3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kesên têkildarî teqîna Nisêbîne hatibûn girtin, tev hatin berdan

Têkildarî teqîna li Nisêbînê ya di 25'ê tîrmehê de ku hatibû diyarkirin jineke endama YJA-Starê jiyana xwe ji dest daye 9 kes hatibûn binçavkirin. Herî dawî 2 kesên mabûn hatin berdan û wiha kesek di bin çavan de nema

Di 25’ê tîrmehê de li maleke li Kolana Sakarya ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bûyerek qewimîbû. Hatibû diyarkirin ku di bûyerê de jinekê jiyana xwe ji dest daye û ew jin endama YJA-Starê ye. Ji 9 kesên hatibûn binçavkirin 7 kes beriya niha hatibûn berdan. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeyê Remziye Bayhan û hevserokê wê Mehmet Bayhan ên di binçavan de dihatin ragirtin piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî Dadgeha Mêrdînê hatin kirin. Remziye û Mehmet Bayhan ên li dozgeriyê îfadeyên wan hatin wergirtin, bi daxwaza berdana şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hatin kirin.

Dadgehê bi şertê kontrola edlî ya qedexeya derveyî welat Remziye Bayhan û Mehmet Bayhan berdan. Piştî ew hatin berdan, temamê kesên têkildarî bûyerê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.