2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kiryarê germbûna kurewî kapîtalîzm e

Akademîsyen Sîbel Ozbudun têkildarî germbûna kurewî got ku gazên serayê yên ku di dema bikaranîna sotemeniyên fosîl derdikevin de li atmosferê bandora serayê çêdike û ev rê li ber germabûna kurewî vedike

Germbûna kurewî weke zêdebûna germahiya navînî ya li ser rûyê erdê ku encama kombûna gazên serayê ya li atmosferê tê pênasekirin. Zêdebûna gazên serayê jî encamên kiryarên mirovan e. Ev kiryar guhertinên hewayê, bilindbûna asta deryayê, xerabûna ekosîstemê, kêmbûna berhemên çandiniyê, kêmbûna çavkaniyên avê, pirsgirêkên tenduristiyê bi xwe re derdixe holê.

Der barê mijarê de akademîsyen Sîbel Ozbudun ji rojnameye me re axivî. Ozbudun destpêka axaftina xwe de got ku divê “germbûna kurewî” wekî kiryarê diyar we re pênasekirin û wiha got: “Pergala kapîtalîst, bi taybetî kapîtalîzma pîşesazî, ji sedsala 19’emîn ve bi îstismarkirina çavkaniyên xwezayî û keda mirovan di dîroka mirovahiyê de heta asteke ji nedîtî ve hat. Çalakiyên pîşesaziya enerjiyê hewce dike û enerjî dikare bi karanîna bêsînor a sotemeniyên fosîl (pêşî komir, paşê neft û herî dawî jî gaza xwezayî) were peydakirin. Gazên serayê yên ku di dema bikaranîna sotemeniyên fosîl derdikevin de li atmosferê bandora serayê çêdike. Ev jî dibe sedema germabûna kurewî û bi vî rengî germahî bi lez zêde bibe.”

Cihan roj bi roj vedugere dojehê

Ozbudun diyar kir ku ji bo tiştên mezaxtin werin hilberandin germahiya kurewî ya ku ji ber sotemeniyên fosîl ên tiştên ku tên bikaranîn cîhanê roj bi roj vediguhere dojehê û axaftina xwe wiha domand: “Pîşesazîbûn, ango zêdebûneke nedîtî ya kapasîteya hilberînê û cûr be cûr amûr/malên ku li ser rûyê erdê zêde dike. Helbet kapîtalîzm jî destkeftiyên xwe kontrol dike. Kapîtalîzma îro li ser dewlemendiya ku xwediyên axayên feodal ên berê nedihatin xeyalkirin, serdest in. Ji aliyê din ve mirovahî mehkûmî tîbûna Tantalusê ye ku her dem di nav avê de dijî. Tîbûna zêde gelek caran dibe sedema qeyranên pergalî.”

Guherîna avhewayî

Di axaftina xwe de Ozbudun, balkişand ser guherîna avhewayî û ev tişt got: Ziwabûn, barana zêde û lehiyên bi hev re li deverên cuda yên cîhanê bandor dikin. Mînak li çiyayên Erzinganê dema berf dibare li Edeneyê germahiya hewayê 39 pile ye. Germahiya hewayê rojekê li Enqereyê derdora 30 pile ye, roja din dibe ku 10 pile sar bibe û bibe sedema lehiyê. Îja ev di meha tîrmehê de diqewime. Ev tiştên ku me anî zîman di van çend rojên dawî de hatin jiyîn.”

Xetereya birçîbunê

Ozbudan, da zanîn ku yek jî ji encamên giran ên germbûna kurewî ku dê çarenûsa cîhanê biguherîne, zêdebûna germahiya ava deryayê ye û wiha pê de çû: “Mînak li gorî analîza saziya Meterolojiyê ya Brîtanyayê (Met Office) di gulana 2023’yan de germahiya rûyê behrê bi pileya 1,25 zêde bû. Ji ber ku ev dibe sedema helîna bilez a qeşayên cemsar, ji hêlekê ve ew flora (rûberka riwekî) û fauna (rûberka riwekî) jîngehên polar bi awayekî bêveger diguherîne. Digel ku ew dibe sedema windabûna cureyên hawirdorparêz. Di heman demê de niştecihên li ser asta deryayê jî gefek e. Mînak dibe ku welatek wekî Hollanda di bin avê de bimîne! Faktorên wekî guherîna avhewa, ziwabûn, erozyona ji ber lehiyan, zêde bikaranîna madeyên kîmyewî hwd. jî dibin sedema kêmbûna hilberîna çandiniyê û kêmbûna cihêrengiya biyolojîk. Yanî xetereya birçîbûnê li ber derî ye.”

Çavbirçîtiya bêserûber

Ozbudan, anî ziman ku ji ber germahiya kurewîî bi giranî li erdnîgariyên xizan dixe, aborî û hilweşîna civakî dibe sedema koçberiyên girseyî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji aliyekî ve şerên kontrolkirina çavkaniyên kêmbûyî dertên. Ji aliyekî ve faktorên wekî daristanan, çandiniya pîşesaziyê (yekçandî) birçîbûn zêde dibe. Ev yek rê li tevgeriya nifûsa cîhanî vedike. Ji ber vê yekê jî li welatên dewlemend, bertek nijadperestiyê zêde dibin. Bi kurtasî, kapîtalîzm berê wekî “hilweşandina afirîner” dihat pênasekirin. Di rewşa xwe ya heyî de hemû afirîneriya xwe winda kiriye û veguheriye wêraniyeke tevahî ya mirovan, xweza, jiyana civakî û axê. Digel ku ev çavbirçîtiya bêserûber a ji bo qezenckirinê komeke kêmbûyî vediguhere xwediyê serweteke bêsînor. Vê çavbirçîtiya bêserûber a ji bo qezencê komek ku her ku diçe piçûk dibe ber bi dewlemendiya hiş û bêsînor ve diçe. Nifûsa cîhanê ji sedî 90’î bi xizanî, birçîbûn, tengbûna derfetên jiyanê û tunditiyê re rû bi rû ye.”

Rêya çareseriyê

Ozbudun bi bîr xist ku ji bo mirovahiya kedkar ji xerîbî, bêqîmetkirin, windakirina taybetmendiyên mirovî û nexweşiyên serfkirinê yên ku ji ber kapîtalîzmê ne, rehabîlîtasyonek kûr û berfireh were avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Serweriya ku me wekî mirovan li ser xwezayê ava kiriye, divê ji zagonên  naskirin û bi rêkûpêk kirinê wê dernekeve. Divê were pirsîn ku wê ev çawa were çareserkirin. Ez bibêjim, divê dawiya vê pergala îstîsmarker a ku jiyana cîhanî dixe xetera tavilê û tavilê tenê ji ber ku bêrîkên dewlemendên super tije bike bi dawî bibe. Divê em xwe bi pergaleke nirxan a ku tê de li şûna xwedîbûnê, bûyîn li şûna ferdperestiyê, civakîbûn, li şûna hevrikiyê, parvekirin û li şûna dewlemendiya madî, cîhana xwe ya hundirîn, hunerî û zanistî bi pêş bixin, tercîh bikin. Li gor ev “zor” re ? Ger em dixwazin wek erdnigaran bijîn, tenê rêya çareseriyê ev e.”