17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kobanê warê berxwedanê

Ciwana Cumaa

DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de piştî ku li Iraqê bajarê Mûsilê û li Sûriyeyê jî bajarê Reqayê dagir kir, berê xwe da Kobanê. DAIŞ’ê ji xeta rojhilat, rojava û başûr ve êrîşî Kobanê kir. DAIŞ’ê  li bajarê ku difikirî dikare bi hêsanî dagir bike, rastî berxwedaneke dîrokî hat. Berxwedana bi pêşengiya YPG/YPJ’ê bi lez û bez li cîhanê deng veda, Ev bû pêvajoya destpêkirina têkçûna DAIŞ’ê. Xeta berxwedanê gelan ber bi berxwedana Kobanê ve bir, di heman demê de dengê berxwedanê pêl bi pêl belav bû. Ji ber ku di pêvajoya têkbirina DAIŞ’ê de li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû ava bûn, berxwedana Kobanê temenê xeta rêya sêyemîn a li Sûriyeyê hatiye avakirin îsbat kir.

8 sal beriya niha 1´ê Mijdarê weke Roja Cihanê ya Kobanê hat ragihandin. Di serî de pêşverû, çepgir û demokrat ji her deverên dinyayê gel ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê bikin, daketin qadan. Wan bi xurtî peyama ku pişgiriya di navbera gelan de wê bihêz bibe, dan cîhanê. Hatina cam hev a gelan û hêzên demokrasiyê bi destê Berxwedana Kobanê jî bû ji wan destketiyên dîrokî yên vê berxwedanê ne.

1´ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê di serkeftina Berxwedana Kobanê de û di serkeftinên mezin ên Şoreşa Rojava de xwedî dewreke mezin e. Heger ji her çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û gelemperiya dinyayê gelan û hêzên demokrasiyê bi xurtî destek nedana, ne pêkan bû ku Berxwedana Kobanê bi ser biketa. Bi morala vê piştgiriyê, berxwedêrên Kobanê bi fedaîtî li ber xwe dan û baweriya gelan a bi wan dihat jî mezintir bû.

Serkeftina ku li Kobanê bû para şervanên kurd, hêviyên mezin afirandin ku dawî bi sîstemên totalîter li welatên wê herêma dêrîn a jiyanê were. Ronahiya ku tava wê rojê da rengê jiyanê hê jî mirovên kor ditirsîne. Erdogan û sîstema wî ya sultanîzimê bi derbasbûna sed salan re hîna jî naxwazin ‘rastiya pirsgirêka kurd a dîrokî’ bibînin.

Bihîstina ew navê şirîn anku Kobanê gelek tiştan bi bîra me tîne: yekitî, hevgirtin, berxwedan û serkeftin, bawerî, vîn, şehîd, êş, keramet, şerafet, azadî û keyfxweşî, serbilindî û hêza bêdawî ya mirovên xwedî armanc û hwd.

Şervanên YPG û YPJ’ê bi ked û xwîna xwe jinûve ‘nasnameya îradeya mirovan’ dane nasandin. Wan gelek plan û projeyên sedsalê li dijî qedera neteweyekê vala derxistin. DAIŞ’ê bi hemû dilreşiyên xwe cara yekemîn li Kobanê rastî şikestineke mezin hatibû. Şikestina ku prestîja wan ya tije tirs û hovîtiyê xiste bin piyê şervanên doza azadiyê. Ji wan re pir giran dihat ku nekarîne li hemberî şervanên ku tenê çek di destê wan de hene, bi ser bikevin. Ew agahdarî her tiştekî bûn û hema zû dixwestin wir jî bi ser sinorê dewleta xwe ya xeyalî ve girê bidin, lê ji bîra wan çûbû ku gerîla xwedî îrade û felsefeyeke wisa berfireh û insanî ye ku yê poza jî wan bi axê ve bimalin.

Şervan xwedî îmaneke bêdawî bûn. Kêlî bi kêlî şerê bêrawestan berdewam bû. Mal bi mal, dîwar bi dîwar û di hemû wan rojên giran de xewa wan tenê bi çend deqeyan bû. Jiyan li xwe heram kiribûn ku nehêlin xewnên reşpoşên genî bêne cih. Di nava agir û xwînê de qêrîna wan wiha bû: ‘em mehkumî serkeftinê ne’.

Nêzîkbûna roja Kobanê ya cîhanî dîsa dilê mirovên tirsonek lerizand. Dîsa bi bîra wan hat ku gotinên weke: “ …di demeke herî nêz de Kobanê jî dê bikeve…”, nehate cih. Xeyalên wan vala derketin û tevî hemû hevkariyên ku bi dizî û aşkera dabûn DAIŞ û hevalbendên xwe yên din, Kobanê bi hemû serfiraziyên xwe bû keleha berxwedana hemû azadîxwazên cîhanê.

Piştî 8 salan ji rizgarkirina bajarê Kobanê, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de û bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê  hebûna DAIŞ’ê di aliyê erdnîgarî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bir.

HSD’ê piştî têkbirina DAIŞ’ê li bajarê Baxozê yê gundewarên Dêrazorê (baregeha dawîn di destê DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de) di Adara 2019’an de tunekirina DAIŞ’ê ragihand.

Va ye îro şervanên YPJ, YPG û HSD bi rihê Arîn Mîrkan soza vegera heremên xweyî dagirkirî didin.

Serkeftina Kobanê ji bo azadiya Kurdistanê bû hêviyeke mezin û ev hêvî gav bi gav pêk tê.