17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kobanî ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Şêniyên navçeya Şêran a Kobanê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan û li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk rabûn.

Li navçeya Şêran a Kobanê, bi pêşengiya Kongreya Star û Jinên Ciwan bi dûrişmeya “Bi ruhê gel ê şoreşgerî em ê şoreşa xwe bi ser bixînin û Rêber Apo azad bikin”  ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşeke girseyî hat lidarxistin.

Di dawiya meşê de li navçeyê mîtîngek hate lidarxistin û li ser navê Jinên Ciwan Fatmê Osman axaftinek kir. Fatmê Osman destnîşan kir ku dewleta tirk bi êrîşên ku li dijî herêmê pêk tîne dixwaze projeya Neteweya Demokratîk ji holê rake, lê wê nikaribe vê pêk bîne.

Di berdewama daxuyaniya xwe de Osman, diyar kir ku raya giştî ya cîhanê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîllayên HPG’ê û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe kor, kerr û lal kiriye.

Her wiha Osman destnîşan kir ku dewleta tirk tecrîda li Îmraliyê her giran dike û got ku heta azadiya fîzîkî Abdullah Ocalan misoger bikin wê têkoşîna xwe ya li dijî vê êrîşkariyê û bêdengiya raya giştî xurt bikin.