17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komxebata ‘Edalet û Azadiyê’ dest pê kir

Komxebata 10’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li dijî civaka êzidî pêk hat, bi dirûşmeya, ‘Ji bo civaka Êzidî Edalet û Azadî’ bi tevlîbûna 200 kesên li welat û derveyî welat dest pê kir.

Komxebata 10’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi dirûşma “Ji bo civaka êzîdî edalet û azadî” dest pê kir. Di komxebatê de, wê mijarên wekî fermana çawa, bi rêya kî pêkhat, çima berpirsên fermanê nayên dadgehkirin, naskirina jenosîda Êzidiyan û qebûlkirina îradeya siyasî û leşkerî ya Êzidiyan bên destgirtin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê îsal ji hemû salan bihêztir pêşwazî li salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an dike. Heta niha gelek komxebat û konferans li ser fermanê û armancên wê hatiye çêkirin. Komxebata îsal jî bi dirûşmeya, ‘Ji bo civaka Êzidî edalet û azadî’ têlidarxistin. Zêdeyî 200 kes bi awayeke rasterast û online ji Şengal, ji Kurdistanê û derveyî welat bi şêweyeke online tevlî komxebatê dibin. Ji pêkhateya Ereb ya Şengalê û giştî Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî beşdarî komxebatê bûn. Bi taybet rewşenbîr, kesayet, siyasetmedar û akademîsyenên Iraqî jî tevlî komxebatê bûn.

Di komxebatê de dê mijarên wekî, ‘Ferman çawa pêkhat, kî bûn sedem, armanca ji fermanê çibûn û kî rê li qirkirina Êzidî girtin’ bên destgirtin.

Di beşeke din de jî wê mijarên sereke yên wekî, ‘Ne naskirina Iraqê ya jenosîda Êzidiyan, sedemên wê, ne dadgehîkirina DAIŞ’iyan û yên berpirsyariyên xwe yên parastina Êzidiyan bicîh ne anîn, ji bo civaka Êzidî edalet û azadî, hesap pirsîn’ bê destgirtin.

Mijara herî girîng jî ya di 10’emîn salvegera fermanê de were destgirtin jî, daxwaza betalkirina Peymana 9’ê Cotmehê, dadgehkirina berpirsên fermanê DAIŞ, PDK, berpirsên hêzên Iraqê yên li Şengalê, naskirina jenosîdê, qebûlkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ye.

Axaftina vekirinê ji aliyê Cîgirê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm ve hate kirin. Dexîl Îbrahîm ve hatekirin. Dexîl Îbrahîm xêrhatina hemû mêvanên hazir û bi online beşdar bibin kir û têkildarî armanca lidarxistina komxebatê axivî.

Komxebata bi moderetoriya Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Qehtan Xelîl tê birêvebirin wê heya saet 16.00’an dewam bike.

Li gorî agahiyên komîteya amadekar wê komxebat bi encamnameyekî bi dawî bibe û têkildarî bernameya îro Endama Komîteya Amadekar Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo ji ROJNEWS’ê re axivî. Cîhan Celo da zanîn komxebata wan li ser 10’emîn salvegera fermanê ye û dazanîn, dixwazin xebatên xwe bi dirûşmeya, ‘Ji koletî û fermanan, berbi xweserî û azadiyê ve’ lidardixin û got; “Emê bi semînerên cûda yên rasterast û online komxebata xwe birêve bibin û di beşeke diyar de jî çareserî, mafê Êzidiyan nîqaş bikin.”