19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kongreya DBP’ê dest pê kir

6’emin Kongreya Asayî ya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Navenda Kongre û Çandê ya Nazim Hîkmet bi tevlêbûna hezaran kesan bi dûrişmeya “Bi Civaka Rêxistinbûyî Ber bi Jiyana Azad ve” dest pê kir. Kongreyê bi srûda “Her ne pêş” dest pê kir. Eywana kongreyê bi alên DBP’ê hatiye xemilandin. Li eywanê pankartên bi kurdî tirkî yên wekî “Yekitiya neteweyî ne bijarteyeke, mecbûrî ye” , “Em bi israr in ku bi hişmendiya neteweya demokratîk siyasetê bi rêxistin bikin” û “Jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan” hatin daliqandin.

Jin bi kincên xwe yên herêmî û bi temeziyên rengên kesk, sor û zer li ber muzîkê govend digerînin. Gelek jin jî bi rengên kesk, sor û zer tev li kongreyê dibin. Bi hezaran kesên ku ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine kongreyê bi dûrişmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedanan zindanan”, “Jin, jiyan azadî”  cihê xwe di kongreyê de digirin. Di kongreyê de nûnerên gelek rêxistinên civakî û partiyên siyasî jî li salonê amade bûne.