13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kongreya DBP’ê: Ji bo azadiya Ocalan bikevin tevgerê

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz bang li hemû rewşenbîr û nivîskaran kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.

Rêxistina Bajar a Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) a Amedê li eywaneke dawetê ya li bajar 7’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Pankartên “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve”, “Ji şer re na, aştî hema niha”, “Hûn nikarin roja me tarî bikin” hatin vekirin û alên DBP’ê li eywana kongreyê hatin daliqandin. Endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, partiyên Tifaqa Kurdistanî û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tevlî kongreyê bûn.

Di kongreyê de ewil ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û piştre endamên dîwanê hatin hilbijartin. Ciwan û welatiyên ku beriya kongreyê govend gerandin, Sirûda Çerxa Şoreşê gotin û gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê yê berê Hasan Ozguneş li ser navê dîwanê axivî û beşdaran silav kir. Ozguneş, diyar kir ku niha navenda wê Kurdistan li Rojhilata Navîn Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime û rizgariya Kurdistan û Tirkiyeyê jî bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e ku niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin.

Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî. Aydenîz, di axaftina xwe de ev tişt anîn ziman:

“Em di serdemekî krîtîk de ne. Dê xwebirêxistinkirina me ya li dijî zext, êrîş û zordariyê bidome. Hêzên kapîtalîst niha li Rojhilata Navîn Şerê Sêyemîn ê Cîhanê dikin. Li dijî krîz û aloziya ku pergala kapîtalîst afirandiye, gelê kurd pergala xwe ava dike lewma hîn bêhtir rastî êrîşan tê. Yên ku ji bo Filistînê dengê xwe derdixînin, li dijî êrîşên ser Rojava bêdeng in. Ev kes, durûtiyê dikin. Şerê îro li Rojava tê kirin, şerê di navbera modornîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk de ye. Li dijî pergala bi pêşengtiya jinan li Rojava hatiye avakirin êrîş hene. Dewleta Tirk îro li ser xaka Kurdistanê bi rola Îsraîlê radibe. Em van êrîşan şermezar dikin.

Banga azadiya Ocalan

Em her roj bi operasyonên qirkirina siyasî yên nû hişyar dibin. Li girtîgehan binpêkirinên mezin hene. Em, hemû girtiyên li dijî van binpêkirinan li ber xwe didin silav dikin. Hewl didin bi polîtîkayên tecrîdê, girtîgehan veguherînin malên êşkence û mirinê. Azadî û demokrasiya li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi aştiyeke birûmet pêkan e. Nifteya vê jî di destê birêz Abdullah Ocalan de ye. Di serî de rewşenbîr û nivîskar, banga me li her kesî ew e ku li dijî tecrîda li Îmraliyê bikevin nava liv û tevgerê. Divê hemû kes ji bo azadiya birêz Ocalan li ser piyan be. Em jî dê li ser piyan bin. Divê birêz Ocalan bikare ji bo aştiyeke birûmet bi rola xwe rabe. Ji bo vê jî divê tecrîd were rakirin.”

Di berdewama axaftina xwe de Aydenîz, bal kişand ser girîngiya Rêya Sêyemîn û got ku ew ê ji bo serkeftina di hilbijartinên rêveberiyên herêmî têbikoşin. Di dawiya axaftina xwe de Aydenîz, spasiya rêveberiya berê kir û ji bo rêveberiya nû jî daxwaza serkeftinê kir.

Piştî axafinan, raporên darayî û xebatan hatin xwendin.

Piştre jî Sûltan Yaray û Mehmet Şîrîn Gurbuz weke Hevserokên DBP’ê ya Amedê hatin hilbijartin.