3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konseya Ewlekariyê ji bo ketina balafira dîlgirtiyên Ukraynayê dicive

Rûsya û Ukraynayê berpirsiyariya ketina balafira ku leşkerên dîlgirtî ên Ukraynayê tê de bûn, davêjin ser hev, her yek ji wan aliyê din bi xistina balafirê tewanbar dike

Serokê Ukraynayê Vlademîr Zelensky daxwaza lêkolîneke navneteweyî li ser xistina balafira leşkerî ya Rûsî ya ku girtiyên ukraynayî vediguhest, kir.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî îro li ser daxwaza Moskovayê piştî ku Ukrayna bi xistina balafira veguhestina leşkerî ya Rûsyayê tawanbar kir, civîneke awarte li dar dixe.

Ev yek di demekê de ye ku Kîev ragihandibû, ku heta niha ti zanyariyên pêbawer der barê wê yekê de nînin ku çi hatiye serê balefira leşkerî ya Rûsyayê, ku xistina wê bûye sedema kuştina hemû kesên di tê de.

Di mijareke pêwendîdar de, Serokê Ukraynayê Vlademîr Zelensky daxwaza vekolîneke navdewletî li ser xistina balefira leşkerî ya Rûsî kir, ku Moskovayê gotibû ew girtiyên şer ên Ukraynayê vediguhêzin ji bo amadekariyên danûstandinê.

Zelensky di axaftina xwe ya rojane de got ku eşkere ye ku Rûsyayê jiyana girtiyên Ukraynayî, hestên malbatên wan û hestên civaka Ukraynayê manîpule dikin.

Zelensky her wiha got, “Divê hemû rastî bên îsbatkirin, heta ku dibe bila bibe, ji ber ku balafir li ser xaka Rûsyayê li derveyî kontrola hêzên Ukraynayê hatiye xistin.”

Îstîxbarata Ukraynayê roja Çarşemê got ku “agahiyên wan ên pêbawer û berfireh der barê nasname û hejmara kesên di balafirê de tune ne. Diviyabû roja çarşemê pevguhertina girtiyan pêk bihata” lê Rûsyayê der barê planên veguhestina leşkerên girtî li herêma Belgorodê ku balafir lê hat xistin, wê agahdar nekiriye.”

Demek berê roja Çarşemê, çend dezgehên ragihandinê yên rûsî ragihandin, ku bûyer li nêzîkî bajarokê Yablonovo ku 45 kîlometre dûrî sînorê Ukraynayê ye, qewimî ye.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, artêşa Ukraynayê “bi tevayî haydar bû” ku Rûs girtiyên şer bi balafirê ji Belgorodê vediguhezînin xala hevdîtinê ya li ser sînor.

Piştî ku Mosko ragihand ku balafireke veguhestina leşkerî ya ku 74 kes tê de bûn, di nav wan de 65 girtiyên Ukraynî hene, Serokê Dûmayê tawanbar got: “Wan leşkerên xwe bi çekeke Amerîkî kuştin”

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ukrayna ji herêma Xarkiv (bakurê rojhilatê Ukraynayê) ji bo xistina balafira leşkerî ya IL-76 ji “sîstema berevaniya hewayî” du “mûşek” avêtin û paşê “Rûsya” bi kirina vê kiryarê sûcdar kir.

Li gorî ku wezaretê ragihand, hemû kesên di balafirê de, di nav de 65 girtiyên şer, ekîbeke ji 6 kesan û 3 leşkerên rûsî, hatin kuştin.

Herêma Belgorodê ji ber nêzîkbûna xwe ya ji sînor re gelek caran rastî êrîşên fuze û balefirên Ukraynayê tê. Rûsya, ji aliyê xwe ve, ji destpêka operasyona xwe ya leşkerî di Sibata 2022 de, bombebarankirina Ukraynayê berdewam dike.