30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koroya Widerklang Chor ji bo Ocalan çalakî pêk anîn

Endamên Kevana Zêrîn, koroya Widerklang Chor û endamê YJK-E'yê di çarçoveya 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re' li Berlînê performansek pêşkêş kirin.

Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in li Tirkiyeyê li zindana Îmraliyê tecrîdkirî ye û nikare parêzer û malbata xwe bibîne. Di 10’ê Cotmeha 2023’an de pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ dest pê kir. Di navbera 15-22’ê Hezîranê de di bin navê ‘Rojên diyaloga bi Abdullah Ocalan re’ li gelek bajaran çalakî têne lidarxistin. Li paytexta Elmanya Berlînê Kevana Zêrîn û koroya Widerklang Chor bi endamên Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) li qada Mariannenplatzê di çarçoveya ‘Rojên diyaloga bi Abdullah Ocalan re’ li dijî tecrîd, îşkence û sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê performansek pêşkêş kirin.

Jinên Kurd û enternasyonal li ber strana ‘Amara’ performansa xwe nîşan dan û strana ‘Navê we’ ya Awazê Çiya gotin.

Piştî performansê kaxizên biçûk ên li ser paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin nîşandan. Jin bi vî rengî dixwazin fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li nava hemû gelan belav bikin.