18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd ji bo ziman meşiyan

Li gelek bajaran, bi hezaran kes ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin û mafê azadiya ziman bixwazin meşên girseyî li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Girseya ku daket qadan xwest zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.

Bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bi hezaran kes daketin qadan û 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Li gelek navendan daxuyanî hat dayîn, panel hatin lidarxistin û meşên girseyî pêk hatin.

Stenbol

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Komeleya Lêkolînên Kurdî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi lidarxistina meşekê, li navçeya Esenyûrta Stenbolê pîroz kir. Parlamentera HDP’a Stenbolê Zuleyha Gulum û bi sedan kes tev li meşê bûn. Girseya li avahiya HDP’ê hate gelhev, bi lêdana erbaneyan demekê govend gerandin. Gelek kesên ku bi cil û bergên kurdî tev li meşê bûn her tim  dirûşmeyên  “Bê serok jiyan nabe”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Bijî berxedana zindanan” û “Bijî serok Apo” berz kirin. Girse pişt re, bi pankarta “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” ber bi Qada Esenyûrtê ve meşiya. Dayikan bi cil û bergên xwe yên herêmî û laçikên xwe yên spî meş rengîn kirin.

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurd Remziye Alparslan a piştî daxuyaniyê axivî, diyar kir ku 15’ê Gulanê ji bilî cejnê roja maf gerandinê ye û da zanîn ku tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) zimanê bi milyonan kurdan ji aliyê serdestan ve tê binpêkirin. Alparslan, destnîşan kir ku gelê kurd nêzî sed sal in ji bo zimanê xwe yê dayikê têdikoşin û wiha got: “Gelê kurd hewl dide çand û zimanê xwe zindî bihêle û biparêze. Têkoşîna ziman û nasnameyê ku Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî di 15’ê Gulana 1932’yan de pêşengtiya wê kir îro jî didome.” Alparslan, bang li desthilatê kir ku zextên li ser kurdî bên bidawîkirin û xwest ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.

Mêrsîn

Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê, bi heman armancê li Parqa Ozgur Çocûk daxûyaniye da çapameniyê. Komê di daxûyaniyê de bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî pankarta “Zimanê me rûmeta me ye” vekir û dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” , “Bijî zimane kurdî” berz kir. Dîsa dovîzên “Cejna zimanê kurdî pîroz be” û “Zimanê me hebûna me ye” hatin hilgirtin. Rêveberê HDP’ê Emîn Aksû axivî û li dijî polîtîkayên pişaftinê banga tekoşînê kir û wiha axivî: “Ji bo ku em tevahî qedexeyan bidin rakirin em li malên xwe, li karê xwe, li her qada jiyana xwe bi kurdî biaxivin. Ziman jiyan, nasname û hebûn e.”

Kom piştre bi çepik û dirûşman heya avahiyê HDP’a Mêrsînê meşiyan. Piştî meşê li avahiya HDP’ê sînevîzyoan dîroka kurdî hat nîşandan û helbestên kurdî hatin xwendin û dengbêjan kilam gotin.  Bername bi kilamên ku hunermend Kadîr Çat got û gerandina govendê bi dawî bû.

 Şirnex

Li Şirnexê jî bi heman armancê li Komeleya Çand û Hunerê ya Birca Belek a Cizîrê, nûnerên TJA, HDP û rêxistinên civakî daxuyanî dan. Komê pankarta “15’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” vekir û dovîzên wekî “Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî”, “Ez bi kurdî dijîm”, “Zimanekî azad civakekê azad e” hilgirtin. Komê piştî daxuyanî da çalakiya rûniştinê li dar xist û dirûşmêyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê kurdî rûmeta me ye” berz kirin.

Êlih

Li Êlihê jî bi heman armancê nûner û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî li Parqa Yilmaz Guney daxuyaniyeke bi girseyî da. Girseyê pankarta “15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li gelê kurd pîroz be” û ” “Dar li ser koka xwe, mîrov li ser zimanê xwe şîn dibe” vekir û dovîzên “Bê ziman jiyan nabe” hilgirt.

Semsûr

Li Semsûrê jî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat-Der), li Parqa Demokrasiyê daxuyanî da. Hevşaredarê Bajaroka Komirê Erhan Karakaş û nûnerên gelek rexistinên sivîl ên bajar tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Ferat-Derê Kazim Tûrhal bal kişand ser zextên li dijî kurdî xwest ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Piştî daxuyaniyê li Şaxa KESK’ê ya Semsûrê dengbêjan kilam gotin.

Meledî/Dîlok

Li Meletî û Dîlokê jî rêxistinên HDP’ê yên her du bajaran ji bo 15’ê Gulanê bername li dar xistin û daxuyanî dan. Li Dîlokê panelek jî hat lidarxistin.

Colemêrg  

Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê jî daxuyanî da. Endam û rêvebirên partiyê tev lî daxuyaniyê bûn. Jinan jî bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li daxuyaniyê bûn û bal kişandin ser giringiya rojê. Rêvebira HDP’a Colemêrgê Kadîr Şahîn diyar kir ku weke HDP’ê ew careke din hemû polîtîkayên qedexekirin û asîmîlasyonê yên li ser zimanê dayikê şermezar dikin û ev tişt got. “Em vê pergalê qebûl nakin. Aşkera ye ku pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê bi însiyatîfên demkî û taktîkî çareser nabe. Piştî axaftinê daxuyanî bi çepikan dawî bû.

 Mêrdîn

Li navçeyên Artûklû, Qoser û Nisebînê yên Mêrdînê 15’ê Gulanê bi bernameyên cuda bi çoş hat pîrozkirin. Di daxuyaniyan de dovîzên “Bê ziman jiyan nabe”, “Perwerdehiya Kurdî mafê meye”, “Kamîya kesî binê zimanê kesî de nimite yo” ve “Dar bi av û tavê zorak bi zimanê xwe mezin dibe” hatin hilgirtin û bi zaravaniyên kurdî kurmancî û kirmanckî pankarta “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hat vekirin.

Îzmîr

Komaleya Lêkolinên Çand û Ziman a Avestayê, 15’ê Gulanê li Qada Seyranê ya Sarniçê bi şahiyekê pîroz kir. Di şahiyê de govend hat gerandin, pêşbirka zanînê hat lidarxistin û stran hatin gotin. Şahî bi dûrişmeya “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Amed

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi tev li bûna nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî li Parka Avedîkê daxuyani dan. Girseye dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî zimanê kurdî” berz kirin. Komê pankartên “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” vekirin û dowizên “Zimanekî azad jîyaneke azad” û “15 Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be”, “Bila kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” rakirin. Hevserokê MED-DER’ê  Rifat Ronî, diyar kir ku bi qedexekirina ziman nêzîkatiyeke cuda heye û wiha got: “Em dixwazin rojekê di nav aştiya ku vî gelî beriya wê kiriye de bijîn. Di cîhanê de gelek pirsgirêk tên jiyîn. Elbet wê ev dewlet jî ji gelê kurd lêborînê bixwaze.”

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî jî bal kişand ser dirûşmeya Rojnameya Hawarê û wiha got: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide zanîn.”

Piştî daxuyanî hat dayîn girse kom bi kom belav bûn.