21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdan li 5 bajaran êrîşên Tirkiye û PDK’ê şermezar kirin

Bi hezaran Kurdistanî yên li Ewropa dijîn, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ku artêşa tirk li dijî gerîla bi kar anîne meşên girseyî li dar xistin û êrîş şermezar kirin. Kurd û dostên kurdan li Lefkoşe, Berlin, Koln, Porîs û Baselê meşên girseyî li dar xistin û hêrsa xwe anîn ziman.

Lefkoşe

Li paytexta Qibrisê Lefkoşeyê bi sedan kurd û Kurdistanî li Deriyê Sînor ê Ledra Palace meşiyan û mîting li dar xistni. Kurdistanî li qada Azadiyê civîyan û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG, YPG û YPJ’ê hildan. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, ” Bijî HPG”, ” Bimre xiyanet”, “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor“ û “PKK gel e, gel li vir e“ berz kirin. Girse heta deriyê Ladra Palace meşiyan û li vir mîtîng li dar xistin. Li vir rêz girtin û daxuyanî dan. Endamê Ciwanan Baran Hebûn daxuyanî xwend û wiha got: “Niha li çiyayên Kurdistanê bi destê ciwanên Kurd ên leheng û jinên kurd dîrok tê nivîsandin. Yekane erka ciwanên Apoyî ye ku vê berxwedana destanî hembêz bikin û berxwedanê ji çiyayên Kurdistanê bigihînin bajaran.

Berlîn

Li paytexta Elmanya Berlînê jî li ser banga Nav-Berlînê, êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî li ber Parlamentoya Federal hat protestokirin. Di çalakiyê de pankartên “Bila dewleta tirk gaza kîmyewî ya li dijî gelê Kurd bikartîne rawestine“, “Tirkiye çekên kîmyewî bikartîne“, “Bimre xiyanet“ û “Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime“ hildan. Girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Zapê”, “Bimre xiyanet”, “Bijî Serok Apo” û“Jin jiyan azadî” berz kir. Li ser navê Aveg-Kon’ê Baki Selçûk axivî û got: “Dewleta tirk a dagiker 40 sal in li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê şer dike, lê heta niha tu encam negirtiye. Çekên kîmyewî patenta Almanyayê ne. Di êrîşên dagirkirina Efrînê de panzêrên leopard hatin bikaranîn. Yên ku di vê avahiyê de rûdinin, peymana çekan îmze kirin û hevkarên suç in.“

Înîsiyatîfa ku ji Meclîsa Jinan a Dest-Dan, Meclîsa Jinên Êzidî û Parlamenterê Eyaleta Berlînê yê Dîe Lînke Ferat Koçak pêk tê, serdana koma partiyên SPD, CDU, Keskan, FDP, Dîe Lînke ku li Parlamenta Eyaleta Berlînê heye kir. Nûnerên van partiyan dosyaya bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a li Herêmên Parastina Medyayê ku KNK’ê amadekiriye pêşkêş kir.

Koln

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn li ber Dêra Kolnê Dom li hev civiyan û dewleta tirk û hevkarê wê PDK’ê şermezar kirin.

Parîs

Li paytexta Fransa Parîsê jî li ser banga KCDK-E Kurdistanî herikîn qadan. Kurdistaniyên li ber DKTM’ê ya Parîsê li hev civiyan, alên PKK’ê û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankarta “Gerîla parastina jiyana me ne!” hildan.

Girseyê li ber Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya a Parîsê dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerila” û “Qatil Erdogan” ber bi Strasboûrg St-Denîs (Kemer) ve meşiyan. Çalakiya bi dirûşmeyan berdewam kir, dîsan heta avahiya DKTM’ê meşiyan.

Basel

Kurdistaniyên li bajarê Basel yê Swîsreyê li hemberî êrîşên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê herikîn qadan. Kurdistanî li ber navenda Îstasyona Trenê ya Baselê li hev ciyan û mîtîngek li dar xistin.