28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdên maqûl û zimanê kurdî

Kurdên ne makûl yên ku sînor û tezgehên serdest ên yekperest qebûl nakin û pê re nameşin di heman demê de jî yên ku li hemberî vê serî hildidin û dibine xebatkarê azadiya xwe

Kesên li gor serdestên xwe yî kolonyalîst an yekperest tevdigerin an ku dijîn her dem pir kirêt hatine xuyakirin û bi navkirin.  Helbet di nav kurdan de jî kesên xwenezan û kirêt pir in. Herî dawî bi hilbijartina çûyî û avakirina kabîneya nû de gelek kurdên ‘’kurd kokenlî’’ jî hebûn. Ev di serê hin kurdistaniyan de jî şewqek çilmisî pêxist û piçekî kêfa wan hanî weke ku bêjin; ‘Hema nebê kurd in, dibe ku hinekî ji aliyê me tevbigerin’. Na heyran! Wî çaxî wê hemwelatiyên din ên ku we ji xewnên şêrîn şiyar bike jî hebin û wê bêjin; ‘Ew kesên ku qasî serdest bihêle dikeve nav liv û tevgerê, diaxive û ti xêrê nadine te. Mirov dikare robot an kûklayan jî wisa bi rê ve bibe. Kurdên ne makûl yên ku sînor û tezgehên serdest ên yekperest qebûl nakin û pê re nameşin di heman demê de jî yên ku li hemberî vê serî hildidin û dibine xebatkarê azadiya xwe.  Mirov dikare bi hêsanî xwestek û nerîna serdest li hemberî gelên bindest binirxîne û aşkera bike.

Wezîrê karê tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca jî yek ji wan e, li gor dewleta serdest a Tirkiyeyê ‘kurdê’ makûl e. Kesek ji nirx, hebûn, xwebûn û hemû tiştên xwe dûr e. Li gor xwestek, şert, merc û sînorên dewleta tirk tevdigere, dijî û mûçeyên xwe hildigire. Me wî beriya hilbijartina çûyî ku dîsa wezîrê tendûristiyê bû ji rêvebirina nexweşiya covîd-19’an herî zêde nas kir. Di wê demê de ji veşartina hejmara miriyên ji covîdê, ji tedbîr nestandina li hemberî vê nexweşiyê, liv û tevgerên neçareseriyê, ji wê gotina wî ya trajîkomîk;  “Di destên me de fersendeke (xweparastin) pir mezin heye; pê neketina nexweşiyê” me wî baş nas kir. Wekî din deriyê nexweşxaneyên xwe yên taybet ji nexweşan re bêpere venekiribû, hîn di hişê me hemûyan de ye. Helbet mirov ji kurdekî makûl yê li gor dewletê ji vê wêdetir tişteke din hêvî nake. Herî dawî 5 zimanê nû xistin pergala e-reçeteyê û li ser raya giştî agahî belav kir. Belê di nav wan zimanan de zimanê 25 milyon kurdî tune bû. Yanî dibêje yên ku bi tirkî nizanin bila nexweş bikevin an ku bimirin jî ne xema me ye. Ev hişmendî ne tenê ji bo qada tenduristiyê derbasdar e. Fatma Altinmakasa ku ji aliyê tiyê wê ve destdirêjî lê hatibû kirin,  ji bo zimanê serdest baş nizanîbû û karmendê serdest jî hewce nedidît ku bi zimanê kurdî zanibe giliya Fatma ji bo destdirêjiya lê hatibû kirin kêm ketibû girteyan. Paşê jî Fatma ji aliyê hevserê xwe hatibû qetilkirin. Çîroka Fatma yek ji van kiryarên serdest li ser zimanê me ye ku mirov ji gelek aliyan ve dikare bigire dest.

Weke ku em bi ber sedsaliya Peymana Lozanê ve jî diçin, dikarin bibêjin dewleta tirk şert û mercên vê peymana tekperest û li dijî gelên bindest baş pêk tîne. Di peymanê de gelên ermenî û rûm weke gelên hindikayî derbas dibin, belê kurd weke gelê hindikayî jî derbas nabin ku ji wan şert û mercan fêdê bigirin. Yanî helbet, şert û mercên li hemberî van gelên hindikayî jî pêk neanîn, hema kurd di peymanê de weke tirk derbas dibûn. Ji ber vê jî di hemû pêvajoyan de heta îro li ser kurdan ji bilî zimanê xwe yê kurdî her dem zimanê tirkî hat ferzkirin. Nasname, çand, huner û her cûreyên nirx û hebûna wan hat dizîn, talankirin û tunekirin. Kurdan li hemberî vê zilmê bi nasname, ziman, çand û hemû nirxên xwe heta îro jî li ber xwe dane û didin.

Fahrettîn Koca yek ji neferê vê dewleta serdest a netew-dewlet jî rola xwe baş dilîze. Mirov wexta  kesên makûl ên serdestê xwe dibîne fîlmê Django Unchained tê bîra me. Karaktere Stephenê reş çawa ji bo hez kirina serdestê xwe ji hemnijad/ hemrengê  xwe re dibe dijmin û ji bo serdestê xwe dixebite. Di sahneya dawî ya fîlm de ji xwe xwediyê wî yan ku serdestê wî li ser çonga wî dimire. Mirov dikare derûniya li hemberî hezkirina serdestê xwe di karaktere Stephen jî pênase bike an ku bi dûr ve neçe bi ya Fahretin Koca yan Mehmet Şîmşekan pênase bike.  Netew-dewletên serdest ti carî naxwaze gelên hindikayî yan bindest bi xwe bihese. Ji ber vê jî dixwaze yan jî hewl dide wan bi xapînokên fenek bixapîne. Wexta em ji bo mafê qenalek kurdî têdikoşiyan, TRT6 da hemberî me. Wexta me doza mafê bi zimanê xwe fêrî kurdî bibin kir, dersa bijarte derxistin. Zimanê me yê dayikê weke zimaneke bijarte da pêşiya me. Wexta me bi zimanê dayikê li dadgehê xweparastina xwe kir, dadgeha cezeyên zêde li me birî yan doz taloq kirin. Wexta me doza hunera kurdî kir, hunera me asteng kir û kesên weke Ahmet Erarslan ê bi navekî din Dosso Dossî li Kurdistanê hunera xwe bi awayek azad pêşandan. Rêveberê dewletê jî got: “Hûn dibêjin kurd, va ye min kurd kirine wezîrê dewletê, va ye min qenaleke kurdî vekir, ha ji xwe re zimanê xwe hilbijêrin, ha va ye ji we re hunera we.” Ji vê pişaftin, pêlîstokên qirêj û nebûna me dibare. Ji bilî van hemûyan, dibîne ku nikare bi kurdên ne li gorî xwe, yanî ne makûl re li ser maseya diyalogê rûnê, berê xwe dîsa dide kurdên makûl û bi wan re diyalogê dike; ji wan diyalogan jî mirina hemnijad û birayan derdixîne holê. Kurdan ber dide hev. Weke ku em her dem jî dibêjin serdest karê xwe dike ji xwe, yên ku divê hişyar be dîsa em in tevî wan kurdên makûl. Çimkî serdest ti carî nabe dost û yar.

Ya ku dikeve ser milên me hişyarbûn û xebat e, ji bo nasname, huner û zimanek azad. Li hemû qad û karan de di zimanê xwe de israr kirin, bi taybetî pêşeng, siyasetmedar dê û bav dive rê bidin û wê hişmendiyê hîn bêhtir derxînine holê. Ji ber ku rastî jî em deyndarê xwe ne, em deyndarên ew kesên ku ji bo hemû nirx û zimanê xwe canê xwe ji dest dane ne. Divê em di pêvajoyeke ku pişaftinên xapînok gihaye asta herî jor, em hîn bêhtir bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin, bijin û bidin jiyîn.