28 Haziran, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdên rojava

Cîger Dilşad

Teza dewleta Sûriyeyê ew bû ku, kurd ne yên vir in, tu mafê wan ê siyasî, çandî, aborî û hwd. tune ye û divê yan ji Sûriyeyê derkevin, an jî bibin ereb. Lê ji serdema Hûrî-Gutiyan ve kurd li Rojava bi cih bûne û her li vir in.

Desthilata Beasî ya li Sûriyeyê dibêje; “Kurd ji Tirkiyeyê hatine. Ne niştecihên vir in. Ji lew re jî em wan wekî hemwelatiyên Sûriyeyê nabînin û nasnameya Sûriyeyê jî nadin wan.” Jixwe li ser bingeha pêşniyarên berpirsyarê îstixbaretê Mihemed Talib Tahîr ku di rapora amade kiriye û di sala 1961’an de weşandiye de dibêje; “Hejmara kurdan li bakurê Sûriyeyê zêde ye, divê em wan ji vir derxin û hejmara ereban zêde bikin.” Li ser wê bingehê di sala 1962’an di bin navê serhejmarê de nêzî 280 hezar kurd bênasname dihêlin û bi demê re gelheya bênasname zêdetir dibe.

Her wiha bi siyaseta Kemera Erebî bi deh hezaran kurd ji warên wan kirin û di dewsa wan de ereb ji hêla Şedadê anîn û bicih kirin. Ev siyaseta fîtnê bû ku, M. Talîb Tahir pêşniyar kiribû. Piştre bû sedema ku di navbera gelan de dubendî werin jiyîn. Ji hêla din ve, bandora netewpersiya ku Cemal Ebdulnasir li Misirê bi pêş xistî, navê komara Sûriyeyê di sala 1961’an de kirin komara Sûriyeyê ya Ereban. Bi wî rengî kurdên ku li dijî dagirkeriya Osmaniyan li ber xwe dabûn, yên berxwedaneke mezin li dijî dagirkeriya Fransa di deriyê Şamê de di bin fermandariya Yusuf EL Azma nîşan dabûn, her wiha berxwdana Îbrahîm Henano li Cebel El Zeviye jî êdî ji bo serdestên ereban bêwate bûn. Sûriyeyê dewleta ereban e û ji bilî neteweya ereb neteweke din tune ye. Cara ewil qedexekirina zimanê kurdî bi awayekî fermî di heyama yekbûna Sûriyeyê Misirê (1958-1961) de hate kirin.

Bi kurtasî; teza dewleta Sûriyeyê ew bû ku kurd ne yên vir in, tu mafê wan yê siyasî, çandî, aborî û hwd. tune ye û divê yan ji Sûriyeyê derkevin, an jî bibin ereb!

Ji hêla din ve teza dewleta tirk ew e ku dibêjin “Kurdên li Sûriyeyê xizmên hemwelatiyên min in. Ew bi eslê xwe tirkên ku li wir bi cih bûne ne û ji lew re jî mafê min heye ku wir têxim bin desthilatdariya xwe. Jixwe di Mîsaqî Milî de jî Helebê heta Hesekê axa me ye û mafê me heye ku wir careke din bi axa dayik ve girê bidin.” Lê ziman û çanda bi milyonan kurdên li bakur dijîn ji sala 1924’an ve qedexe kirine. Jixwe M. Talib Tahîr ji serdestên tirk ilhama xwe girtibû û bi netewperestiya Cemal Ebdulnasir re jî kelijand.

Mixabin hinek kurd jî radibin û dibêjin; “Kurd ji Bakur derbasî binxetê bûne!” Lê kurdên li xaka Rojava dijîn, ji serdema Hûrî-Gutiyan ve li wir dijîn û ji tu devereke din jî neçûne wir. Çiyayê Lêlûn û Hawarê (Efrîn) bi bermahiyên Hûriyan mişt dagirtî ne. Paytexta Mîtanî Waşukanî li nêzî Serêkaniya îro bû û Serêkaniyê jî li wî aliyê binxetê ye. Dokumanên dîrokî jî peytandine ku kurdên îro neviyên Hûrî û Mîtaniyan in. Ango Hûrî, Gutî, Mîtanî, Qasîdî, Naîrî, Ûrartû û Med dapîr û bavpîrên kurdên îro ne.

Raste; di pêvajoya serhildanên sedsala 19 û 20’î de hinek kes û kesayetên kurd ji Bakur derbasî Rojava bûne. Lê, ev nayê wê wate yê ku kurdên li Rojava tev ji bakur derbasî wir bûne. Jixwe gava mirov rewş û cihwarê eşîran lêkolîn dike, tê dîtin ku tu eşîr li cîhekî gilover cihûwar nebûne. Wekî xetekê di rêzeke dûvdirêj de bi cih bûne.

Seriyekî eşîrê li rojhilatê Kurdistanê ye, seriyê din li bakur, başûr an jî li Rojava ye. Hema hema ji hemû eşîrên kurdan wisa belav bûne. Ango di nava eşîrekê bi xwe de çûyîn-hatin çêbûye. Ev tiştekî asayî ye jî. Em rewşa koçerên kurdan jî bînin ber çavan wê rewş zelaltir bibe. Koçeran sînor nenasîne û her carê li cîhekî cihûwar bûne. Bi kurt û kurmancî; ji serdema Hûriyan-Gutiyan ve kurd li Rojava cihûwar bûne û ji tu devereke din jî neçûne û nehatine.

Rastî ev e û wesîqeyên ku îro derketine holê jî vê rastiyê dipeyîtînin. Kî çi dibêje bila bêje, ji berbanga dîrokê û heta îro kurd ji ser xaka xwe bi cîhekî ve neçûne!

Gotina; “Ji cihên din hatine”, bi tenê ji angaştên serdestên dagirker re dibe palpişt û divê em wê yekê jî nekin.