4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdistanî daketin qadan

Kurdistanî li dijî êrîşên li dijî hevşaredaran û şaredariyan ên Wan û Curnê Reş daketin kolanan û li ser piyan in.

Nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, li gelek bajaran tê protestokirin. Portestoyên ku li Wanê destpêkirin li gelek bajarên Kurdistanê belav bûn.

Colemêrg

Danê êvarê li navenda Colemêrgê û navçeya wê Geverê bi hezaran kesan dest bi çalakiyên protestoyê kirin.

Li navenda Colemêrgê girseya ku piranî ji ciwanan pêkhatî, bi dirûşmeya “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” meşek li dar xist. Piştî demekê çalakiya protestoyê mezin bû û li nêzî ofîsa Serokê AKP’ê yê Colemêrgê Zeydan Kaya, AKP’iyan çek ber bi hewayê ve teqandin. Ciwan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan. Polîsên taybet daketin navenda bajêr. Polîs bi ava şid û bombeyên gazê êrişî girseyê kirin. Protestoyên li bajêr her diçe berbelav dibin.

Li Geverê jî li taxên Yeşildere, Dizê, Orman û Cumhuriyetê ciwan çalakiya protestoyê li dar xistin. Ciwanên ku tim dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin, agir vêxistin û rê li ber çûnhatinê girtin. Polîsan li vir bi bombeyên gazê, ava şid û fîşekên plastîk êrişî ciwanan kirin. Protestoyên li navçeyê didomin.

Sêrt

Rêxistina DEM Partiya ya Sêrtê, darbeya hilbijartinê ya AKP’ê ya li Wanê protesto kir. Hevşaredarên Sêrtê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî, Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Saritaş Erdogan, Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajêr û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de gelek kes li ber avahiya bajêr kom bûn. Girse ber bi Qada Demokrasiyê ve meşiya, lê polîsan nehişt. Ji ber vê Parlementer Sebahat Saritaş Erdogan bi tena serê xwe meşiya. Girseya ku guh neda êrişên polîsan da dû Erdoganê. Li seranserê Kolana Guresê dirûşmeyên “Abdûllah Zeydan ne bi tenê ye”, “Bijî berxwedana Wanê” û “Abdûllah Başqan rûmeta me ye” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin.

Piştî ku her çû girse qelebalix bû polîsan êrişî girseyê kir û gaza îstoan reşanin. Girse tevî hemû êrişên polîsan jî dirûşme berz kirin û lîrand. Girse heya Qada Demokrasiyê meşiya.

Hat hînkirin ku piştî meşê gelek kes hatin binçavkirin.