3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdistaniyên li Swîsreyê ji bo Mexmûrê wê dakevin qadan

Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li dijî êrîşên li ser wargeha penaberan a Mexmûrê bang li gel kirin ku li gelek bajaran dakevin qadan.

Kurdên li Swîsreyê li dijî hewldana dorpêçkirina artêşa Iraqê ya li dijî wargeha penaberan a Mexmûrê, wê li gelek bajaran dakevin qadan.

CDK-S û YJK-S’ê bang li meclîsên gelê Kurd û dostên Kurdan kirin ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Aramnca dorpêçkirina wargeha penaberan a Mexmûr ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve, valakirina wargehê ye.”

Her du saziyên Kurdistanî bi bîr xistin ku gelê Mexmûrê ev 3 roj in di berxwedanê de ye û banga “Ji bo rawestandina hewldana dorpêçkirina Mexmûrê, divê gelê me li qadan di nava seferberiyê de be” kir.

Li gorî daxuyaniyê çalakiyên ku wê roja duşemê li Swîsreyê bên lidarxistin wiha ne:

Zurih

Li Hauptbahnhof, saet: 18.00

Cenevre

Li Place des Nations – li ber NY saet: 16.30

Winterthur

Li Bahnhofplatz, saet: 19.00

Basel

Li Bahnhofplatz, saet: 18.00

Luzern