12 Eylül, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Laura Castel: Bêdengiya li hemberî sûc parastina sûc e

Endama Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê Laora Castel, bêdengiya li dijî tecrîdê û li dijî sûc rexne kir û got: “Bêdengiya li dijî sûc, parastina sûc e.”

40 meh in bi tu awayî agahî ji  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê nayên girtin. 25 sal in Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hucreya yek sekî de tê ragirtin. Bêdengiya Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, CPT û DMME’ê ya li dijî tecrîdê didome. Dostên kurdan di 10’ê cotmeha 2023’yan de li seranserê cîhanê starta pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pisgirêka kurd re çareserî” dabûn destpêkirin. Ev pêngav bi xwendina pirtûkên Ocalan û kampanyayên îmzeyan bidomin. Li bakurê Kurdistanê jî di pêşengiya OHD’ê de parêzer serî li Baroyan û Wezareta Dadê didin û dixwazin heyet biçin Îmraliyê û hevdîtinan bikin.

Yek ji cihê ku tecrîda li Îmraliyê lê bû rojev Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê bû. Ji aliyê Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li dijî Nîjadperestiyê (MRAP) ve di çarçoveya Runiştinên Mafê Mirovan a 56’emîn Konseya Mafê Mirovana NY’ê de  ku ji 8’ê hezîranê dest pê kir û heta 12’yê Tîrmehê berdewam dike de tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat nirxandin.

Endama Meclîsa Parlamenter a Konseya Eworpayê û Senatora Katalan a endama Meclîsa Nûnerên Ispanyayê, Laura Castel Fort jî tevli konferansê bibû. Laura der barê xebatên wir û tecrîdê de axivî.

Lîsteya binpêkirinê ya Tirkiyeyê li NY’ê hat nîqaşkirin

Laurayê rojeva civînê nirxand û got: “Bi dirêjahî li ser binpêkirinên mafan yên Tirkiyeyê sekinin. Yek ji mijara din a civînê binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê bûn. Min jî pêvajoya piştî pêvajoya çareseriyê vegot. Binpêkirinên mafan ên esas; ji kar avêtin, li mirovan ji heqereta li dijî serokomar lêpirsîn vekirin, girtin, binçavkirin, doza girtina HDP’ê, doza kumpasê ya Kobanê, cezayê hatine dayîn, tayînkirina qeyûman, ji peywirê girtin a şaredaran û  birîna ceza. Di bin gelek sernavan de axivîm. Li ser rola Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî di pêvajoya aştiyê de sekinîm.”

‘Bêdengî alîkariya gumanbaran e’

Laurayê destnîşan kir ku bêdengî tê wateya piştgiriya sûcdaran û wiha domand: “Bêalîbûn tê wateya alîkariya gumanbaran. Min berê jî gotibû. Bêdengî tê wateya piştgiriyê. Li tu devera cîhanê mînaka vê tecrîdê tuneye. Ev îşkence ye. Xuyaye ku Tirkiye kêfa bêcezahiştinê dijî û tu bertekê nabîne.”

‘9 caran serdan kirin lê…’

Laurayê balkişan ser cot-standartiya ku CPT pêk tîne û wiha axivî: “Daxuyaniya Azarbeycan û bêdengiya li dijî tecrîda Îmraliyê divê bê lêpirsînkirin. CPT 9 caran çû serdana Îmraliyê lê tu tiştek neguherî. Wek mînaka Azerbeycanê de jî tê dîtin di vê mijarê de cotstandardî tê bikaranîn. Divê hesabê vê bê pirsîn. Baweriya bi rêxistinên navneteweyî di xetereyê de ye. Guman ji vê tuneye.”

‘Ji bo aştiyê divê tecrîd bê rakirin’

Laurayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şerta ewil a aştiyê rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Heta prisgirêka Kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe. Me ev tespît kiriye.  Ji bo ji nûve pêvajoya aştiyê bê destpêkirin divê tecrîd bê rakirin. Ji bo avakirina pêvajoya aştiyê divê destur bê dayîn ku Birêz Ocalan rola xwe bilîze.”

Çavkanî: Melek Avci/JINNEWS