7 Eylül, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lawaz in û li pêy komployan in

Nivîskarê Rojnameya Welat Fehîm Işik di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bi sernavê “Lawaz in û li pêy komployan in” bal kişand ser tevgera dewleta tirk a li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê.

Nivîskarê Rojnameya Welat Fehîm Işik di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser komployên dewleta tirk ên li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê. Işik, bi sernavê “Lawaz in  û li pêy komployan in” bal kişand ser tevgera dewleta tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê û Başûrê  Kurdistanê.  Nivîsa Fehîm Işik wiha ye:

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên bi kurdan re ango rasterast bi du statuyên kurdan re têkîldar in. Mixabin, li her du herêman jî hin kurd piştgiriya wan dikin. Hêzên hegemon yên cîhanê jî piranî bêdeng in. Carina ew jî piştgiriya xwe ya li dewleta tirk aşkere dikin.

Tiştên li herêmên dagirkirî ya rojavayê Kurdistanê û di Suriyeyê de qewimîn, sedema esasî kiryar û gotinên Erdogan in. Erdogan ev du sal zêde ye hewl dide bi Beşar Esad re li hev were. Çendîn car îstîxbarata her du aliyan civiyan. Her wiha Pûtîn jî zext danî ser Esad da ku bi Erdogan re li hev were. Esad ji roja ewil şert danî ber Erdogan. Wî wekî dagirker bi nav kir û got “Heta ku ji Suriyeyê dernekeve ez bi wî re tu hevdîtinan nakim.” Hevdîtîna rasterast jî û diyaloga bi telefonê jî red kir. Piştî ku Erdogan berê xwe zêdetir da welatên rojava, Pûtîn jî zexta li ser Esad kêm kir. Ev helwesta nu ya Putîn, destê Erdogan lawaz kir. Erdogan mecbûr ma daxwaza xwe li ber raya giştî aşkere bike. Ew kesê ku Esad bi kujerî sûcdar dikir, ev car bi peyva ‘birêz’ bang li wî kir. Bi gotineke din li ber wî geriya, got “Min kir tu neke.”

Ev bang bu sedema eciziyek mezin. Li axên dagirkirî ya rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê gelek kes dest bi xwepêşandanan kirin. Ala tirka şewitandin. Wêneyên Erdogan daxistin. Li gelek deveran baregehên leşkerên tirka hatin dorpêçkirin. Kontrola hin deriyên li ser sînor ji destê tirka derxistin. Dema ala tirkan şewitandin ala xwe bi hin serbazên tirkan dan maçîkirin. Ev helwesta gel, çeteyên ku bi destê dewleta tirk hatibûn perwerdekirin ji hev veqetandin. Hin komên çeteyan bi dewleta tirk re tevgeriyan. Hin ji wan jî bi gel re meşiyan. Navbera hêzên çete de şer derketin. Ji ber ku agahî girtin zehmet e em baş nizanin. Lê tê gotin di van şerên han de herî kêm 5 kes hatin kuştin. Ji 15’an zêdetir kes jî birîndar bûn. Ev hewldana gelên herêmê ji bo dewleta tirk nîşana şikestinek mezin e.

Erdogan ji bo ku kurd nebin xwedî statû berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê. Lê ev yek pêşî li kurda negirt. Kurdên Rojava hem DAIŞ’a Erdogan şikenandin hem jî statuyek de-facto avakirin. Erdogan niha ji bo bikaribe Esad bajo ser kurdan, li pêy hevdîtinê ye. Ji her tiştî re amade ye. Heke Esad berê xwe bide axên rojavayê Kurdistanê, dikare hemû deverên dagirkirî teslîmî Esad bike. Ji bo vê yekê tenê yek tişt ji Esad daxwaz dike. Bila efûyek giştî derxe, çeteyan bike beşek artêşa Suriyeyê û koçberên li Tirkiyeyê ne şûnde bigire. Lê diyar e, Erdogan tengav bûye. Ev car dora Esad e û ew ê bi Erdogan re bilîze.

Erdogan li Rojava û Suriyeyê vê siyaseta qirêj dimeşîne û ji alîkî ve jî hezaran leşkerên xwe bi tevî haletên leşkerî dikşîne başûrê Kurdistanê. Li hin herêman destpêkirine li ser rêyan seytere danîne. Nasnameyên gelên başûr kontrol dikin. Tê gotin hêzên xwe li derdora Hewlêrê jî ciwandine.

Leşkerên tirk li ser rêyên esasî ya Bahdînanê ber bi baregehên dagirkeriyê ve diçin. Ne rayedariya PDK’ê, ne hikumeta herêm û ne jî hikumeta navendî ji bo vê destdirêjiya Tirkiye yek tiştek nabêjin. Niha jî aşkere tê dîtin ku ev plana ne tenê plana dewleta tirk e. Her wiha hikumeta navendî û PDK’ê jî di nav planê de ne. Heke ne wiha be, bi dek û dolaban PKK û YNK’ê ji hin şewatên bazarên başûrê Kurdistanê sûcdar nedikirin.

YNK jî, PKK jî li hember vê senaryoya çêkirî ya PDK û wezareta navxweyî ya Iraqê bertek nîşan dan. Piştî berteka YNK’ê derdora PDK’ê gav paşve avêtin û YNK’ê wekî partî tawanbar nekirin. Lê heman tişt ji bo PKK’ê nakin. Derdê wan diyar e. Sibe roj êrîşên tund ya dewyeta tirka destpê bike, naxwazin gel bertek nîşan bidin. Ji bo wê jî divê PKK’ê wekî rêxistineke tawanbar nîşan bidin. Ev komploya dûmahî ya bêbinî jî ji ber vê yekê ji raya giştî re ragihandin. Çêkerê vê komployê MÎT’a dewleta tirk e, yên bi rêve dibin jî mixabin PDK û wezareta nevxweyî ya Iraqê ye.

Ev hemû bi me nîşan dide ku kurd careke din di heyameke zor de ne. Erdogan xitimiye, lawaz bûye û di destê wî de tenê dijminatiya kurdan maye. Di vî warî de ji PDK’ê jî piştgiriyek baş digire. Bi goteneka din bi hev re tevdigerin. Diyar e PDK jî xitimiye. Ev xitimandin wê lawaz dike. Di hilbijartinekê nû de mumkun e ku gelek deng winda bike. Ev siyaseta berjewendîperest e ku her dû aliyan tîne ber hev. Ango derdê wan ne rewşa gel e. Derdê wan pêşeroja desthilatdariya wan û qasayê malbatê wan e.

Kurd divê êdî vê rewşê bibînin. Mesele ne hizbî ye. Ji hizba wêdetir e. Kurd divê careke din derfet nedin siyaseta dijminane ya li dijî gelê kurd û Kurdistanê.