28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Lênihêrtina wî ji bo me şeref bû’

Xalê gerîllayê HPG’ê Recep Balta ku beriya 6 salan birîndar bûbû û çend roj beriya niha jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku lênihêrtina xwarziyê wî ji bo wan şeref bûye û ev tişt got: “Em ji kesên wisa re deyndar in.”

Gerîllayê HPG’ê Recep Balta, di sala 2017’an de li milê çiyayê Gabarê yê li aliyê başûrê Kurdistanê di şerekî di navbera HPG’ê û leşkerên tirk de birîndar bû. Piştî ku birîndar dibe bi qasî du mehan li Başûr tedawî dibe. Dûre malbata Balta derbasî Başûr dibe û kurê xwe tîne bakûrê Kurdistanê. Lê dema ku malbat Balta di deriyê Sînor ê Xabûrê de derbasî Bakûr dike bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Leşkerên li deriyê sînor ji malbatê re pirsgirêkan derdixin û Balta desteser dikin û dibêjin wê ew bişînin girtîgehê. Lê piştî rojekê Balta radestî malbata wî dikin.

Balta ku 6 sal bûn li Amedê li gel malbata xwe tedawî dîtin di 16’ê îlonê de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê jiyana xwe ji dest da. Xalê Balta yê karmendê dewletê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide ji rojnameya me re axivî û qala serpêhatiya xwarziyê xwe kir.

‘Leşker pirsgirêkan derdixin’

Xalê Balta, bi bîr xist ku piştî xwarziyê wî li Gabarê birîndar bûye xwestine wî bînin tedawî bikin û ev tişt got: “Deh sal beriya niha tev li nava tevgerê bû. Du sal di nav tevgerê de ma, piştre li Gabarê birîndar bû. Dema em çûn deriyê sînor ku ew bînin hêzên ewlekeriyê ji me re gelek pisrgirêkan derxistin. Ji me re digotin ‘Em nadin, li gorî zagonan divê ku ceza lê bê birîn. Em ê wî bibin girtîgehê’. Piştî ku şevek di destê wan de ma dîtin bêçare ye li me geriyan û gotin, ‘Em nikarin tedawiyên wî li vir bikin’ û xwestin em biçin ew bigirin.”

Lênihêrîna bişeref!

Di berdewamê de xal Balta, destnîşan kir ku Balta şeş sal bûne bi tedawiyan jiyana xwe didomandiye û ev tişt anî ziman: “Hin caran li nexwexaneyê hin caran jî li malê dihat tedawîkirin. Jixwe laşe wî ji navê berjêr tunebû. Di şer ji her dû piyên xwe xesar dîtibû û felcî bûbû. Di heman demê hemû nav û dilên wî îflas kiribûn. Jiyana wî ya vî şeş salî jî bi dermanan bû. Hefteyek beriya ku jiyana xwe ji dest bide jixwe li nexweşxaneyê dihat razandin. Roja şemiyê îdareya nexweşxaneyê li me gariya û ji me re gotin ku birîndarê we jiyana xwe ji dest daye. Nihêrtina wî jî ji bo me şeref bû. Kê ji me pê re bigihîşta lê dinihêrî. Ne ew bûya di dewsa wî de hevalên wî yên din jî buna me yê dîsa lê binihêrta. Ji ber ku em ji kesên wisa re deyndar in.”