6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lêpirsîn veguherandin îdianameyê

Tevlibûna merasîma bîranîna Bayraktaroglû weke sûc hate nişandan û piştî 6 sal li rojnamegera girtî Ceylan Şahînlî  doz hate vekirin

Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Ceylan Şahînlî, ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatibû girtin û niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin. Derheqê Şahînlî de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” dozeke din hate vekirin. Îdianame ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hate amadekirin û Şahînlî ji ber tevlibûna çalakî û xwepêşandanên di sala 2017’an de li Enqereyê tevli bûbû, hate sûcdarkirin. Lêpirsîn, ji ber merasîmeke bîranînê ya di gulana sala 2017’an de hate destpêkirin. Balkêşe ku piştî girtina Şahînlî, lêpirsîn veguherandin îddianameyê.

Ji fermandarên Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) Ulaş Bayraktaroglû dema li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî DAIŞ’ê şer dikir, di 9’ê gulana sala 2017’an de jiyana xwe ji dest da û tevlibûna merasîma bîranîna Bayraktaroglû weke sûc hate nîşandan.

Her wiha gelek çalakî û xwepêşandanên ku Şahînlî tev li bûye jî di îdianameyê de weke sûc hatin destnîşankirin. Şahînlî, di 5’ê gulana 2017’an de ji bo protestokirina êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Şengalê û bîranîna endamên BOG’ê Asiye Ozlahlan, Ozge Balî, Cenk Kilagoz û Yûsûf Akay tev li çalakiya li Parka Haci Bektaşî Velî ya li Mamak a Enqereyê bûbû. Tevlibûna van çalakiyan di îdianameyê de hatin bicihkirin.

Tevlibûna bîranîn jî sûc hat hesibandin

Şahînlî, di 11’ê gulanê de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Yuksek tev li bîranîna Ulaş Bayraktaroglû bûbû û ev jî weke sûc hat destnîşankirin. Her wiha di 12’ê gulanê de tevlibûna Şahînlî ya bîranîna Bayraktaroglû ya li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn jî weke sûc hat hesibandin.

Di îdianameyê de dozger cih da parvekirinên li ser medyaya civakî. Şahînlî li ser twîta DEV-GUÇ’ê ya têkildarî Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ku ketibûn greva birçîbûnê gotibû; “Dê rojên me jî bên. Dê baskê çûkan li gulan bikeve û dê çûk li ser pişta xwe bi gulan bifirin” jî weke sûc hat qebûlkirin.

Şahînlî, twîtên DEV-GUÇ’ê yên derheqê Bayraktaroglû de jî parve kiribû û ev yek weke sûc hat nîşandan.

Dozger, xwest ku Şahînlî ji ber “Propagandaya rêxistinê” were cezakirin. Îdianame ji hêla 20’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hate qebûlkirin û danişîna ewil a dozê sibe tê lidarxistin.