7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşker ji şer direvin

Rojnameger Baran Germiyanî bal kişand ser dagirkirina axa başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku artêşa tirk 40x200 km (8 hezar km) axa başûr dagir kiriye.

Rojnameger Baran Germiyanî diyar kir ku ji sala 2015 ve devleta dagirker a tirk êrîşên xwe li ser başurê Kurdistan zedetir kiriye. Germiyanî da zanîn ku bi taybet ji sala 2016 ve bi nave operasyonên cuda cuda dest bi dagirkeriyeke berfireh kiriye û wiha got: “Artêşa tirk di çarçoveya dagirkeriyê de zêdetir 80’ê cih bi kurahiya 40 km û panahî 200 km xaka Başûr dagirkiriye.

Di despêke de tenê behsa ser sînorên bakur û başûrê Kurdistanê dikirin. Lê niha çav berdaye herêma Bradost a ser Hewler û rêzaçiyayên Garê. Di salên borî de tenê leşker derdiketin operasyonê û balafiran êrîş dikir. Lê niha li ber çavê hemû cihanê çekê qedexekirî yê kimyevî û tektikên cuda li dijî gelê kurd û xwezaya kurdistanê bi rêve dibin. Hewl didin li wir bi cin bibin. Şerwanên azadiyê li ber xwe didin û li erd û ezman rê li ber dewletê dagirker girtiyê. Her roj bi çalakî û operasyonên şoreşgerî darbên giran li artêşa tirk dixin.”

Çekên qedexekirî dibarînin

Germiyanî anî ziman ku bi taybet di sê salên borî de dewleta tirk zêdetir benç hezar caran çekên kimyewî li ser axa başûr barandiye û got: “Lê heya niha partiyên siyasî yên başûrê Kurdistan û hikûmeta herêmê Kurdistan û hikûmeta Iraqê helwestek dijberî van çekan nîşan nedaye. Li gorî zanyariyan gelek cureyên çekên qedexekirî bikar tîne. Gazên klor û curên din bikar tînin. Rengê wan zer û spî ne. Behna wan pir xerab in. Şervanên azadiyê ên Kurdistanê, heya niha bi dehan belgêyen der barê bikaranina çekên kimyewî ku dewletê bikar anîne, belav kirine. Çend caran ji navenda tenduristî û peywirdarên hikûmetê û navdewletî xwest ku der barê van çekan de lêkolînê bikin. Ku heyet li van navçeyan lêkolîn bikin, dê rastiya çekên kimyevî bibînin. Lê heya niha saziyên eleqeder lêkolîn nekirine. Ev jî nîşan dide ku siyaseta dewletên navneteweyî û dewleta tirk yek e.”

PDK alîkariya Tirkiyeyê dike

Germiyanî diyar kir ku şervanên azadiyê li dijî dagirkeriya artêşê li gorî derfetên xwe û bi çekên cuda ku wekî teknîka serdemê tê pênasekirin afirandinê û wiha lê zêde kir: “Heya niha li esman sîstema rê li girtina êrîşên dagirkeran digirin û li ezman jî, li dijî SÎHA rê li hemberî êrîşên dewleta tirk digirin. Şervanan drone ji bo êrîşkirinê afirandin. Bi vê teknîkê gelek noqteyên dagirkeran têk birin. Li bejahiyê jî bi teknîka gerşlatiyê û afirandina çekên taybet rê nadin ku eskerên dagirkerên tirk axa Kurdistanê dagir bikin. Di salên borî de PDK aşkere alikariyê dide dewleta tirk. Hejmareke zêde maskêyên li dijî gazên kimyewî û çekên teknîkî desteser kirin û nedan şervanên kurd. Le gerîlayên azadiyê nehişt ku xiyaneta PDK’ê bi ser bikeve.”

PDK’ê alîkariya dijmin dike

Baran Germiyanî bibîr xist ku eger li dîroka PDK’ê binerin, ji despêka demezrandinê heta niha li gel dijmin cih girtiye û wiha pêde çû: “Niha jî rojane rê li pêş eskeran vedike. Baragehên leşkerên tirk ava dikin û diparêzin. Çeteyên Roj, Gulan û Zêrevan xistine xizmeta dewleta tirk.”

158 gund vala kirine

Rojnameger Germiyanî bilêv kir ku ji 2015’an heta niha 158 gundên ku li wan şer heye, bi tevahî vala kirine û li ser der dora 600 gundan tirs çêkiriye ku gundên xwe vala bikin. Ji ber êrîşkirina ser çiyayê Garê ew gund û navçayen neçar diminin ku vala bikin. Bi taybetî di mehên serê salê de dewleta tirk bi balafiran êrîşî gund û navçeyên çiyayên Garê kirin.”

Leşker ji şer direvin

Germiyanî herî dawî destnîşan kir ku li gorî agahiyan HPG rojane şer dike û got: “Şervanên azadiyê berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Her roj li dijî leşkeran çalakiyan dikin. Derbên giran li leşkeran dixin. Leşker ji neçarî ji şer direvin. Ketine nava derûniyek xerab.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê