17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran 60 roj in 3 gund dorpêç kirine

Leşkeran 60 roj in 3 gundên herêma Elkê ya Şirnexê dorpêç kirine û ketina gund qedexe kirine.

Qedexe û dorpêça leşkeran a li ser gundên herêmê didome. Heta niha gelek caran leşkerên ku derketine operasyonê gund û zozanên herêma Colemêrg, Wan, Agirî, Bêdlis, Êlih, Sêrt, Şirxen, Mêrdîn û Amedê ji ketin û derketinê re qedexe kirine. Bi qedexeya li ser gundan, welatî di aliyê tenduristî, debar û kar û barê rojane de gelek mexdûr dibin. Gundî nikarin çandinî û çotkariya xwe bikin. Nikarin sewalên xwe bibin çêrê. Nikarin nexweşên xwe bibin bajar. Ji ber qedexeyan welatî nikarin pêdiviyên xwe yên rojane temîn bikin.

Leşker herî zêde li Şirnex û Colemêrgê gund û zozanan qedexe dikin. Niha jî 60 rojin 3 gundên herêma Elkê ya Şirnexê di dorpêça leşkeran de ye. Qedexeya ku piştî operasyona leşkerî li gundên Hemka, Pîrosa û Melesa yên Elkê dest pê kir berdewam dike. Ji bilî şêniyên gundan kes nikare biçe van gundan.

Piştî operasyona leşkerî ya 21’ê hezîranê li gundên Hemka, Pîrosa û Melesa yên bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve hate destpêkirin, li bejahiya gundan şer derketibû û piştî şer, balafirên şer herêm bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de 4 endamên HPG’ê Basrî Cîn, Sefer Temel (Rûstem Çekdar Kato), Yilmaz Sala (Kamuran Gever) û Arvîn Huseynî (Dilsoz Rojhilat) jiyana xwe ji dest dabûn.

Dorpêça leşkeran a li ser gundên Hemka, Pîrosa û Melesa didome. Di ketina gundan de noqteyên leşkerî hatine danîn, gundiyên ku dikevin gund bi lêgerînê re rû bi rû dimînin. Ji bilî şêniyên gundan ketin û derketina her kesî hatiye qedexekirin.