30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran ketina 2 gundên Geverê qedexe kir

Leşker piştî li navçeya Geverê derketin operasyonê ketina 2 gund û zozanan qedexe kir.

Li herêma Çiyayê Sipêrêzê ku gundên Tilorana Jêr û Tilorana Jor ên navçeya Gever a Colemêrgê li wê herêmê ne, leşkeran dest bi operasyonê kir. Gelek leşker û cerdevan tev li operasyonê bûn. Bi destpêkirina operasyonê re li ser pira di navbera zozanên Horê, Berê Sor û Coniyê bi wesayîtên zirxî noqteya leşkerî danîn. Gelek makîneyên kar li herêma operasyonê hatine sewqkirin. Hat zanîn ku gundên navborî hatine dorpêçkirin û ketin û derketinên gundan hatine girtin.  Li qadên çiyayên Sipêrêz û Omerê liv û tevgera Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) heye.

Leşkeran koçerên ku xwestin pezê xwe bibin zozanan asteng kirin û di rêde hiştin.