30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran li gundê Xirbekur 2 kes qetil kirin

Li gundê Xirbekur ê Heskîfê di navbera leşker û şervanên kurd de şer derket. Leşkeran bi helîkopter û balafirên şer êrîş kirin û 2 şervanên kurd qetil kirin.

Leşker du roj berê li gundê Xirbêkur ê li herêma Çiyayê Mawa yê girêdayî navçeya Heskîfê ya Êlihê, derketin operasyonê. Piştî operasyonê duh di navbera leşker û şervanên kurd de şer derket. Leşkeran bi helîkopter û F-16’an êrîş kirin û li gundê Xirbekur 2 kes qetil kirin. Li gorî çavkaniyên herêmê, leşkeran di şer de bi SİHA, F-16, helikopter û çekên giran şer kiriye. Leşkeran di êrîşê de 2 kes qetil kirin û 2 kes jî birîndar kirin. Cenazeyê 2 kesan û kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê.

Walîtiyê ketin û derketina gundê Xirbêkûrê qedexe kir. Walîtiya Êlihê qedexeya li gund  heta 3’ê tîrmehê qedexe kir.