3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên Iraqê dixwazin avê ji ser Mexmûrê bibirin

Berxwedana penaberên Mexmûrê ya dijî dorpêça wargehê 10 rojin bê navber dewam dike. Iraq 10 rojin tevî têlkirinê, hewl dide bîra avê ya wargehê desteser bike û avê ji ser xelkê wargehê bibire.

Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û kuleyan bi cih bike. Ji roja destpêkê heya niha penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.

Xelkê wargehê 10 rojin şev û roj di nava berxwedanê de ne, 10 rojin Iraq bi israre û her roj hewl dide derdora wargehê bi têlan dorpêç bike. Tevî di hemû hevdîtinan de Iraqê soz da ku ew ê dora wargehê têl neke, lê her roja diçe bi isrartir dibin.

Leşkerên Iraqê dixwazin ava wargehê qut bikin, ji bo vê doh jî hewl dan dora bîra avê ya wargehê bigrin û desteser bikin. Carek din şêniyên wargehê li ber vê rawestiyan û nehiştin ava wan were qutkirin. Iraq bi taybet berê xwe dide bîra avê û dixwaze avê bi temamî ji ser xelkê wargehê qut bike.

Berxwedana xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê 10 rojin bê navber didome.