5 Temmuz, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên tirk li Dihokê benda kontrolê danî

Leşkerên tirk li Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bendeke kontrolê danî. Dîmenên ku derketin holê nîşan dide ku leşker nuqteyan kontrolê ava dike.

Rojnewsê beriya niha bi demekê ragihand ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê bendên kontrolê daniye, lê artêşa Tirk ev yek derewand. Lê vê carê bi dîmenên Dengê Emerîka Kurdî (VOA) hate piştrastkirin ku artêşa Tirk li herêmê bendên kontrolê daniye û nasnameyan kontrol dike. Li gorî nûçeya rojnamevan Kawa Omer ê ji VOA Kurdî, dewleta Tirk bi 35 kîlometreyan ketiye nava Başûrê Kurdistanê û êrişên li ser herêmê bandoreke neyînî li gundiyan dike. Di nûçeyê de hate ragihandin ku leşkerên Tirk li benda kontrolê bi Kurdî û Tirkî belavok jî belav kirin.

Di belavokan de jî tê gotin, “Em lêborînê dixwazin ji ber ku di rêwîtiya we de we rawestand. Bi piştgiriya ew em ê herêmê bêhtir ewle bikin. Ji ber feraseta we em spas dikin, em li benda piştgiriya we ne.”

Dewleta Tirk ku salên dawî êrişên dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê dike, bi sedan nuqteyên leşkerî ava kiriye. Rojên dawî tevî gelek leşkeran zêdeyî 300 wesayitên zirxî û tank derbasî Başûrê Kurdistanê kir.

Tevî ku mafê serweriya Iraqê bi şênberî tê binpêkirin jî Bexda û Hewlêrê xwe li bêdengiyê danîne. Hêzên navneteweyî jî vê dagirkeriyê ji nedîtî ve tên.