17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li 9 rojnamegeran 51 sal ceza birîn

DFG’ê di rapora meha tîrmehê de diyar kir ku 6 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hate girtin, li 9 rojnamegeran bi giştî 51 sal cezayê hefsê hate birîn

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora “Binpêkirinên Mafan ên Meha Tîrmehê” aşkera kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku zextên li ser azadiya fikr û xweîfadekirinê zêde bûne û bal kişand ser girtin û binçavkirinên ji ber govendên kurdî û jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî.

‘Pergala faşîzmê di dewrê de ye’

Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “Di tîrmehê de êrişên li ser azadiya fikr û ramanê kêm nebûn. Me meheke tijî êrişên li ser azadiya ramanê li pey xwe hişt. Desthilata AKP-MHP’ê di siyaseta şer de her ku diçe dibe pergaleleke sîstematîk a faşîzmê. Mînaka vê ya herî berçav girtina ciwanên kurd ên li ber stranên kurdî govend digerandin û jêbirina nivîsên ‘Pêşî Peya’ yên li ser rê hatine nivîsandin e.

Jenosîdê bi argumana ‘plana têkbirinê’ didomînin

Desthilata ku bi hesabên trol ên medyaya dijîtal tê birêxistinkirin, pergala faşîzmê birexistin dike. Bi van navgînên qirêj li dijberê ziman û çanda kurdî şerekî taybet ê yekser daye destpêkirin. Girtina ciwanên kurd ên li ber klamên kurdî govend digerandin, jêbirina nivîsên kurdî yên ji bo hişyariya pîvanên trafîkê faşîzm e. Ji avakirina Komara Tirk heta niha di çarçoveya Plana Islehkirina Şerqê de asîmîlasyon û jenosîd li ser kurdan ferz kirine. Di roja me de hişmendiya faşîzmê polîtîka asîmîlasyon û jenosîdê bi argumana nû ya bi navê ‘Plana têkbirinê’ xistiye meriyete.

Divê xwedîderketina li kurdî mezintir bibe

Dîroka kurdan veguheriye têkoşîna li dijî asîmîlasyon û jenosîdê. Mînaka vê ya herî şênber bersiva rojnamegerên Çapameniya Azad e. Çapameniya Azad tevî van êrişên faşîzan jî bi weşana rojnameya kurdî bû bersiv. Li gel hemû zext, sansûr, kuştin û girtinan jî weşana kurdî hê bêhtir xurt bû û heta îro hat. Ev polîtîkayên faşîst çawa ku duh bi ser neket, dê îro jî encamê negire. Divê bi xebatên pêşxistina nivîsên kurdî yên wek ‘Pêşî Kurdî’ xwedîderketin bê mezinkirin û rê li ber polîtîka êrişkar bê girtin.

Êrîşên ser çapemeniyê di tîrmehê de gihiştin lûtkeyê 

Di meha tîrmehê de êrişên hikûmeta AKP-MHP’ê tenê li ser azadiya fikr û ramanê bi sînor neman. Li ser çapemeniyê ji zêde bûn û gihişt lûtkeyê. Desthilatdariya faşîst şerê li dijî kurdan bi hevkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê jî her ku diçe kûr dike. Li ser rojnamegerên Başûr jî polîtîka êriş û zextan pêş dixe.

Mînakên zext û zordariyê

Heke em hinek êrişan mînak bidin; di 8’ê tîrmehê de SÎHA’yên tirk li Şengalê êrişî peyamnerê ÇIRA TV’ê Medya Hasan, Peyamnerê ÇIRA FM’ê Mirad Mîrza û ajokarê seyareyê Xelef Xidir kir. Di êrişê de Mirad Mîrza qetil kirin. Di 11’ê tîrmehê de PDK’ê Peyamnerê Zoom Medyayê Hejîn Fetah, li gel kameraman û ajokar binçav kirin. Mûrat Yazar ku ji bo kişandina wêneyan çûbû Herêma Federe ya Kurdistanê, asayîşa PDK’ê di 14’ê tîrmehê de li Zaxoyê binçav kir.  Asayîşa Silêmaniyê di 23’yê tîrmehê de Peyamnerê Rojnewsê Dêrin Rehîmî binçav kir alavên wî desteser kir.

Herî dawî Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê hepsê li edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê rojnameger Silêman Ehmed birî. Silêman Ehmed 279 roj beriya biryara dadgehê bi hevkariya PDK û hikûmeta AKP-MHP’ê hate revandin.

Girtina rojnameger Topaloglu

Li Tirkiyeyê êrişên li dijî rojnamegeran pêk tên ne li gor hiqûqê ne. Hiqûq li gorî hişmendiyeke komployî pêk tê. Mînaka vê ya herî nêz girtina rojnameger Sadik Topaloglû ye. Sadik Topaloglû û hevalê wî Mehmet Savaş di 13’ê tîrmehê de hatin binçavkirin. Rojnameger Sadik Topaloglû bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin. Sedema girtina Topaloglû, dozeke di sala 2022’yan de bû. Topaloglû, wê demê hatibû darizandin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Ev lêpirsîn û ceza jî bi şahidiya mirovekî ku qet beşdarî dadgehê nebûye hatiye birîn. Topaloglû bi heman lêpirsînê careke din hatiye girtin.

Gef li rojnamegeran xwarin

Wek meha hezîranê di tîrmehê de jî rêveberên MHP’ê ser weşanên MHP’ê gef li rojnamegeran xwarin. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî 63 jê rojnameger bi giştî 154 kesên ku der barê zelalkirina kuştina Sînan Atêş de lêkolîn kirine, hedef girt û gef lê xwar.

Ji bo 341 nûçeyan biryara astengkirinê derket

Li aliyê din desthilata heyî, RTUK û Desteya Ragihandin û Teknolojiya Agahiyan weke amûreke sansurê bi kar anî û ji bo 341 nûçeyan biryara astengkirinê da, weşana 6 malperên nûçeyên yên înternetê hatin rawestandin. Di 3’yê tîrmehê de lîsansa Açık Radyoyê hate betalkirin. Di 11’ê tîrmehê de platforma dijîtal a JINNEWS’ê hesabê X @KurmanciJINNEWS bêyî ku hincetek bê nîşandan ji aliye X’ê ve hat astengkirin. Ji bo malpera înternetê ya Ajansa Mezopotamya ‘mezopotamyaajansi.net,’ di 25’ê tîrmeha 2024’an de Dadgeha Cezayê Sulhê ya Gumuşhaneyê biryara astengkirine da.

Di vê pêvajoya ku hiqûq tune tê hesibandin, karîneya bêgunehiyê ji holê rakirin, êrişên li dijî ziman zêde dibin, hemû muxalîf ji aliyê desthiladariyê ve bi gotina ‘terorê’ tên krîmînalîzekirin de em ê parastina pîşeya rojnamegeriyê û rojnamegeran berdewam bikin. Em ê her dem ji bo mafê rojnamegeran têbikoşin.”

Di berdewama daxuyaniyê de binpêkirinên meha tîrmehê wiha hatin rêzkirin:

Binpêkirinên mafê ewlehî û jiyanî

Di tîrmehê de 6 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin, rojnamegerek rastî tundiyê hat, gef li 69 rojnamegeran hate xwarin, rojnamegerek hate astengkirin, êrişî mala rojnamegerekî hate kirin; derheqê rojnamegerekî de lêpirsîn hate destpêkirin, li 3 rojnamegeran doz hate vekirin, li 9 rojnamegeran 51 sal cezayê hefsê hate birîn, doza 54 rojnamegeran a ji 24 dosyayan didome, 36 rojnameger girtî ne; li saziyekê cezayê weşanê lê hate birîn, ji bo 11 weşanan biryara qedexeyê hate dayin; 6 malperên înternetê hatin girtin, 341 nûçe hatin astengkirin û 7 caran xwegihandina tora civakî hate astengkirin.