27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kir

Aryen Kom çar sal in li Wanê bi zimanê dayikê perwerdeya çand-hunerê dide. Aryen Komê dest bi qeydên qursa muzîkê kir û wê bi zimanê dayikê qursa muzîkê bide.

Piştî ku di sala 2016’an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qeyûm hat tayînkirin, bi sedan kes ji kar derxistin. Her wiha qeyûmê AKP’yî, Navenda Hunerê ya Nûdayê jî girt ku ji roja avakirinê heta roja girtinê bi sedan ciwan ji hêla hunerî ve gihandibû. Lê belê xebatkar û xwendekarên navendê dev ji xebatên xwe bernedan û di sala 2019’an de Aryen Kom ava kirin. Aryen Kom, ev 4 sal in gelemperî xebatên muzîkê dimeşîne. Stranên ku êdî li ber windabûnê ne û yên di Radyoya Erîwanê de hatine gotin û li zimanên cuda hatine wergerandin û dizîn bi zimanê kurdî berhev dike. Her wiha ji zarokên 5 salî heta kesên 40 salî, perwerdeyên enstrumanên weke tembur, piyano, gîtar, bilûr û kemanê dibînin.

Bi zimanê dayikê perwerdeya çand-hunerê

Ji hunermendên Aryen Komê Mizgîn Tûran ku li ser pêşniyara malbata xwe hêj di zarokatiya xwe de dest bi perwerdeya muzîka bi kurdî kiribû wiha got: “Xebatên muzîk û çandê yên bi zimanê dayikê, mirov dilşad dike. Tekane daxwaza min ew e ku hemû zarok û ciwanên me tev li xebatên muzîk û hunerê yên bi zimanê dayikê bibin. Ev yek ji bo nifşên pêşerojê pir girîng e. Divê her kes di vê mijarê de bi hestiyarî tevbigere.”

Serlêdanan dest pê kir

Tûranê, da zanîn ku serlêdanên ji bo qursa muzîkê dest pê kirine û ev tişt anî ziman: “Ji tembûrê heta piyano, keman û hwd. em perwerdeya gelek enstrumanan didin. Temenê serlêdêranê divê herî kêm 5 sal be û her welatiyên dixwazin dikarin tev li qursan bibin. Em li bendê ne ku her ciwan û zarokên me yên dixwazin perwerdeya muzîkê bi zimanê xwe bibînin serî li Aryen Komê bidin.”