13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bedlisê 50 kesan hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê daye destpêkirin de bi ser gelek malan de hatibû girtin û 110 kes hatibûn binçavkirin, ji wan zêdetirî 50 kesan hatin girtin.

Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê daye destpêkirin de di 28’ê mijdarê de navçeyên Xîzan, Tetwanê yên Bedlisê û Wanê di nav de li gelek bajaran bi ser malan de hat girtin û jin û zarok jî di nav de 110 kes hatin binçavkirin. Qismekî kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, “alîkariya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” hatine binçavkirin anîn Miduriyeta Polîsan a Bedlisê.

Piştî kirariyên îfadeyan ên çar rojan berdewam kirin, zêdetirî kesên hatine binçavkirin sewqî Edliyeya Bedlisê hatin kirin. Piştî îfade wergirtina dozgerî û dadgeriyê derbarê zêdetirî 50 kesan de biryara girtinê hate dayîn.

Hat zanîn ku tundî li kesên li Miduriyeta Polîsan a Bedlisê di bin çavan de tên ragirtin hatiye kirin. Ji ber biryara ‘nepenîtiyê’ ya têkildarî dosyaya lêpirsînê destûr nehate dayîn ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Hate diyarkirin ku îfadeya gelek kesan bêparêzer hatiye wergirtin.

Navên hin kesên hatine girtin wiha ne: Emîn Gezîcî, Bedrettîn Gezîcî, Îsa Gezîcî, Mahsun Gezîcî, Haci Gezîcî, Firat Gezîcî, Serkan Gezîcî, Mûstafa Gezîcî, Halîm Gezîcî, Sedat Gezîcî, Abdulhalîm Gezîcî, Suleyman Korkmaz, Îhsan Korkmaz, Erdal Înan, Cemal Înan, Beşîr Çetîn, Kerem Çetîn, Metîn Çetîn, Mekan Çetîn, Turan Çetîn, Emrah Aydin, Sînan Aydin, Mahîr Hergul, Sedat Kesîcî, Seyîthan Yaman, Mûrat Arvas, Nûrûllah Arvas, Ebûtalîp Arvas, Hêlîn Arvas, Eylem Denîz Arvas, Tahir Arvas, Erdal Înal, Cindî Akbûlût, Masûm Denîz, Gurgun Çîftçî, Sînan Aydin, Emrah Aydin, Cemîl Bali, Mahmût Şen, Şukru Baykan û Mehmet Hergul.

Li gundê Şên ê girêdayîn navçeya Xizanê di dema operasyonê de di encama îxbara xelet de bi ser mala welatiyekî ji sedî 70 çavên wî nabînin de jî hat girtin. Hat diyarkirin ku di dema lêgerîna bi saetan berdewam kir de der û pencere ji aliyê leşkeran ve hatin şikandin. Hat hînbûn ku leşkerên piştî demekê fêm kir ku xeletî kirine û ji bo ku malbat giliyê neke gef li wan xwarine.