1 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ber CPT’yê ji bo azadiya Ocalan daxuyaniya girseyî

Kurd û dostên wan dê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sibê li ber CPT’yê daxuyaniyeke girseyî bidin

Tecrîda mûtleq a li dijî Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 39 meh in bênavber didome. Çalakî û aktîvîteyên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî hatine destpêkirin didomin. Di vê çarçoveyê de wê sibê ji “Nobeta Azadiyê” ya 12 sal in li ber Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) didome daxwaz bên qîrkirin.

Kurd û dostên wan dê li ber navenda CPT’iyê ya li bajarê Strasbourg a Fransayê bên bahev û ji CPT’iyê bixwazin ku li dijî tecrîdê gav were avêtin. Wê ji saziyên din ên têkildar bê xwestin ku ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan gavên pêwîst bên avêtin.