7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bexdayê meşa li dijî qutkirina avê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve

Bi sedan kes li Bexdayê dijî girtina avê ya ji aliyê dewleta tirk ve meşiyan. Welatiyan bang li hikumetê kir da ku ji bo çareseriya avê tedbîrên pêwîst bigre

Dewleta tirk ava çemê Dîcleyê bi rêya bendavan li ser Iraqê digre. Ji ber rêgiriya li avê, Iraq di qeyranek mezin a avê de ye. Ev yek jî bandorek mezin li ser jiyana welatiyan dike. Dijî girtina avê, bi sedan welatî li navenda Bexdayê daketin kolanan.

Li gorî agahiyan, welatiyan di çalakiya xwe de bang li Hikumeta Iraqê kirine da ku ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tedbîrên pêwîst bigre. Çalakvanan gotin; “Tevî budceyek mezin di destê hikumetê de heye, lê heya niha nekariye pirsgirêka avê çareser bike.”

Gorî agahiyên ajansa Rojnews’ê, çalakvanan gefa boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê kirine û ji hikumetê xwestine ku vê pirsgirêkê çareser bike