7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li cîhanê koçberî giha asta rekorê

Li gorî Navenda Çavdêriya Koçkirinê (IDMC) ji ber şerên li Sûdan, Xeze û Komara Kongoya Demokratîk hejmara mirovên heta dawiya sala 2023’yan ji warên xwe bûne, gihişt 75,9 milyonî

Rêxistina civakî ya sivîl IDMC’ê, roja Sêşemê li Cenevreyê rapora salane weşand û diyar kir ku di nava pênc salên dawî de hejmara mirovên ku di nava welêt de ji cih û warê xwe bûne, ji sedî 50’î zêde bûye.

Li gorî daneyan heta dawiya sala 2022’yan li tevahiya cîhanê 71.1 milyon mirov li nava welatên xwe ji cih û warê xwe bûn. Daneyên vê dawiyê jî li gorî vê hejmarê tê hesibandin.

Li gorî raporê hejmara mirovên ku heta dawiya sala 2023’yan di nava welêt de ji cihên xwe bûne, gihişt 75,9 milyonê û rekor şikand.

Şer û pevçûn yek ji sedemên sereke ya koça neçarî ye. Karesat jî bûn sedem ku 7,7 milyon birevin û li cihên cuda bi cih bibin.

Di nava 5 salên dawî de, hejmara mirovên ku ji ber tundî û şer ji cihên xwe bûne, qasî 22,6 milyonê zêde bû. Du zêdebûnên herî mezin, di salên 2022 û 2023’yan de pêk hatin.

Li Xezeyê di dawiya sala 2023’yan de 1,7 milyon Fîlîstînî di nava welêt de ji cihên xwe bûn.

Di tevahiya sala 2023’yan de li Sûdanê 6 milyon kes ji ber tundiyê bi zorê ji cihên xwe bûn.

Hêjayî gotinê ye ku di van rojên dawî de piştî êrîşên Israîlê ên li dijî Refahê bi dehezaran mirov li wir jî ji cih û warê xwe bûne û koçberiya neçarî li wir jî rojane tê jiyîn.