2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Çiyayê Agirî şerê di navbera leşker û HPG’yiyan de didome

Operasyona li Çiyayê Agiriyê hat destpêkirin didome û çûna zozanan jî hat qedexekirin. Hat diyarkirin ku cenazeyê HPG'iyê ku di şer de jiyana xwe ji dest da jî hatiye xerakirin û bi vî awayî radestî malbatê hatiye kirin.

Operasyona ku di 18’ê Hezîranê de li herêma Qeta Reş a Çiyayê Agiriyê û herêmên din ên navçeya Bazîd a Agiriyê bi beşdariya gelek leşker, polîs û cerdevanan hat destpêkirin, didome. Herêma Qeta Reş rojekê li ser hev bi helikopter û balafirên şer hat bombeberankirin.
Her wiha ji ber operasynê çûna zozanên li herêmê û derketina ji zozanan jî hat qedexekirin. Hat hînkirin ku gundî ji ber operasyonê nikarin heywanên xwe bibin zozanan û gundiyên li zozanan jî ji zozanan hatine derxistin.
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirk daxuyand ku di şerê di navbera HPG’iyan û leşkerên TSK’ê de HPG’iyek jiyana xwe ji dest daye.
Hat diyarkirin ku HPG’iyê di şer de jiyana xwe ji dest daye Şeyhmûs Malazgir (Yilmaz Oner) e û cenazeye wî radestî malbatê hatiye kirin. Hat diyarkirin ku ji bo definkirinê cenazeye Oner birine Milazgirê, lê ji bo wecîbeyên dînî destûra mele nehatiye dayîn. Hat hînkirin ku îşkence li cenazeye Şeyhmûs Malazgir hatiye. Cenazeyê Şeyhmûs Malazgir piştî ferden malbatê wecîbeyên olî pêk anîne, hatiye definkirin.