4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Çiyayê Mawa şer berdewam dike

Li Çiyayê Mawa operasyona leşkerî ku di 18’ê hezîranê de hatiye destpêkirin, berdewam dike. Hat zanîn ku di şerê qewimî de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne

Operasyona leşkerî ya di 18’ê hezîranê de li Çiyayê Mawa û gundê Xirbêkûr yên bi ser navçeya Heskîfa Êlihê ve hatibû destpêkirin. Hat ragihandin ku operasyona leşkerî berdewam dike. Hat zanîn ku bi desteka SÎHA, F-16 û helîkopteran şer û pevçûn li herêmê didome. Ketin û derketina gundê Xirbêkûr bi kontrolî tê kirin. Hat diyarkirin ku leşker destûrê nadin gundî ji malê derkevin û biçin bax û bostanên xwe av bidin. Dengê sîlehan bênavber ji herêma şer tê.

Li aliyê din hat zanîn ku 2 kesên tên diyarkirin endamên PKK’ê û di şer de jiyana xwe ji dest dane li morga Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê tên sekinandin û 2 kesên birîndar hatine desteserkirin jî li nexweşxaneyê tên dermankirin. Unîteya ku birîndar lê tên dermankirin di dorpêça polîsan de ye û nahêlin ku kes nêzî wê unîteyê bibe.