17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Cizîr, Dêrsim, Stenbol û Hatayê gelek kes hatin binçavkirin

Polîsan îro serê sibehê li Dêrsim, Cizîr, Stenbol û Hatayê girtin ser gelek malan û gelek kes girtin binçavan. li Cizîrê rojnameger Ertan Çita jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin

Li Cizîrê polîs û leşkeran bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin. Her wiha di encama operasyona li dijî xwînerên Partîzanê de rojnameger Ertan Çita jî di nav de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin.

Serê sibê li Cizîra Şirnexê polîs û leşker bi ser gelek malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Li dijî Partîzanê jî operasyona binçavkirinê pêk hat rojnamegerek jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin.

Li dijî Partîzanê operasyon

Îro di danê sibehê de polîsan li Dêrsim, Stenbol û Hatayê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan her wiha bi ser bûroya Rojnameya Yenî Demokrasiyê ya Dêrsimê de jî girtin. Di serdegirtinê de arşîvên rojnameyê yên li bûroyê û pirtûk hatin desteserkirin. Di encama serdegirtinên malan ên li Dêrsimê de nûçegihanê Yenî Demokrasiyê Ertan Çita û Hidir Guler hatin binçavkirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Demokrasiyê, li 3 bajaran li dijî xwînerên Partîzanê operasyon hatiye kirin û di serdegirtinan de herî kêm 9 kes hatine binçavkirin. Hat zanîn ku derheqê gelek kesan de biryara girtinê hatiye dayîn. Hat ragihandin ku kesên li Dêrsimê hatin binçavkirin dê bibin Stenbolê.

Navên hinek kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Ertan Çita, Alî Asker Akkoç, Nîhat Konak, Aysel Kaya û Nesîmî Ataş.”

Li Cizîrê jî gelek kes hatin binçavkirin

Li gundê Katran yê girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê îro serê sibehê leşker û polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de Şahîn Cîngu, Behmen Selçûk, Serhabûn Taniş û gelek kesên ku navê wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Cizîrê. Sedemê binçavkirinan nehat zanîn.