21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Colemêrgê dixwazin senaryoya 2018’an dubare bikin

AKP’ê bi taktîka ku sala 2018’an pêk anî hewl dide li Colemêrga ji Partiya Çepên Kesk a ku 3 parlamenter bi dest xistin, parlamenterekî xesp bike.

Partiya Çepên Kesk li gorî encamên ne fermî li Colemêrgê bi 95 hezar û 600 dengan ji sedî 62,47; AKP’ê bi 31 hezar û 537’an ji sedî 20,59; CHP’ê bi 11 hezar û 86 dengan ji sedî 7,24 deng wergirtin. Heke hilbijartin wisa bi encam bigire her sê namzetên Partiya Çepên Kesk dikevin Meclisê. Li gorî daneyên Ajansa Anadolûyê (AA) ku di her serdema nûçeyan de bi manîpulasyonan tê rojevê Partiya Çepên Kesk her sê parlamenter jî bi dest xistine. Lê AKP’î li ser hev îtîrazî encamên sindoqan dikin.

Hevdîtına namzetê AKP û walî

Endamê Meclisa HDP’ê Abdullah Zeydan ê doh têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî da diyar kir  ku divê ji encaman re rêz bê girtin û bi tevlikirina dengên gumrukê encam nehate guhertin û destnîşan kir ku Paritya Çepên Kesk her sê wekîl jî bi dest xistine.

Dema ku nîqaş berdewam dikin de AKP’ê ji bo wekîlekî derxîne hemû derfetên xwe seferber kirine. Namzetê AKP’ê Abdûlmûttalîp Ozbek berî ku hejmara dengên derveyî welat ên li lijneya hilbijartinê ya bajêr temam bin bi waliyê bajêr re hevdîtineke taybet pêk anî.

Partiya Çepên Kesk hişyarî kir

Pişt re namzetên Partiya Çepên Kesk ên bi Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr re hevdîtin kirin li dijî hîle û nelirêtiyan nobeta “demokrasiyê” da dest pê kirin. Di daxuyaniya hate dayîn de hate diyarkirin ku li cihên ku Partiya Çepên Kesk deng lê zêde wergirtine mohreke din li pûsûlayan tê xistin û hewl didin dengan betal bikin.

Tiştên di sala 2018’an de qewimîn

Tabloya niha tiştên di hilbijartinên giştî yên 24’ê Hezîrana 2018’an de qewimîn anîn rojevê. HDP’ê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de bi 97 hezar û 558 dengan ji sedî 71,24; AKP’ê jî di hilbijartina ku bi MHP’ê re tifaq kiribû bi 32 hezar û 449 dengan ji sedî 32,449 deng wergirtibûn. Hem AKP’ê hem HDP’ê îtîrazî sindoqan kiribûn. HDP’ê tespît kiribû ku 4 hezar û 800 deng hatine betalkirin û dengên tifaqê 2 caran hatine hilbijartin.

AKP’ê jî xwestibû ku li hin sindoqan deng ji nû ve bên hejmartin. Gelek îtîrazên AKP’ê hatibûn qebûlkirin û gelek îtîrazên HDP’ê nehatibûn qebûlkirin. Rayedarên AKP’î di wê serdemê de jî dema hêj hejmartin berdewam dikir bi walîtî û endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr re hevdîtin kiribûn. Hin deng ji nû ve hatibûn hejmartin û ji AKP’ê re hatibûn nivîsîn û piştî dengên ji gumrukê hatin jî lê zêde kirin bi ferqeke gelek kêm derbasî AKP’ê bûbû.