8 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Colemêrgê lehiya gel herikî qada mitîngê

Mîtînga ku bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” li Colemêrga li dijî desteserkirina vîna gel bi tevlêbûna bi dehezaran kesan dest pê kir

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tifaqa Ked û Azadiyê û pêkhateyên wê û Rêxistinên Sivîl ên Civakî li dijî desteserkirina vîna gelê Colemêrgê, bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” tê lidarxistin. Ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran kes hatin mîtînga ku dê li Otogara li taxa Tekserê ya Colemêrgê bê lidarxistin. Têketina otobusan ya li bajêr hate astengkirin. Li ser vê yekê hin welatiyên ku ji otobusan peya bûn bi peyatî, hin jî bi wesayîtên bajêr hatin navenda bajêr û berê xwe dan Avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê.

Gel herikî qada mitîngê 

Bi nêzîkbûna dema mîtîngê re bi hezaran kes bi dirûşmeyên “Colemêrg ya me ye”, “Bijî berwxedana Colemêrgê”, “Bijî serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” ber bi qadê ve meşiyan. Li qadê pankartên “Em ê tecrîdê bişkînin em ê qeyûm bişînin”, “Ji qeyûm re na, ji xespê re na”, “Dest nede vîna min, şaredarî yên gel in”, “Ne qeyûm ne tecrîd, azadî ji bo gelê kurd” û “Qeyûm talan e, em rê nadin xesp ê” hatin daliqandin.

Li dijî tayînkirina qeyûm a di 3’yê hezîranê de ya li Şaredariya Colemêrgê bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” mitîng tê lidarxistin. Bi deh hezaran kes ji du baskan ve ber bi qada otogarê ya li Taxa Tekserê ku mitîng lê tê lidarxistin meş li dar xistin. Di dema meşê de girse her deqîqeya derbas bû mezin bû û bi destpêkirina ketina qadê qada mitîngê tejî bû.
Bi deh hezaran kesên ku qada mitîngê bi devîre tejî kirin her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Colemêrg a me ye” , “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û govend gerandin. Welatiyên ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdar bûn. Ji qada mitîngê li dijî qeyûm jî her tim dirûşm tên berzkirin.
Mitîng ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re axaftinan dest pê kir.

Tevlêbûna mezin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Tûncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe, Hevserokên DEM Partiyê yên Colemêrgê Humeyra Armût û Kadîr Şahîn, Endama MYK’a Halkevleriyê Sevînç Hocaogûllari, Endamê MYK’ê yê EMEP’ê Orhan Kûrûl, Endamê MYK’ê yê Partiya Şoreşger Enes Ûgûr Tekîn, Endamê MYK’ê yê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Hidir Yildirim, Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, Berdevka Partiya Şoreşger a Sosyalîst (SODAP) û parlementera DEM Partiyê Kezîban Konûkçû, Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş dê di mitîngê de diaxivin.