17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Depê mihrîcana çand û xwezayê

Şaredariya DEP’ê, Sanatça, KAYY-DER û DAD’ê li navçeya Depê mihrîcana Çand û Xwezayê li dar xist.

Li navçeya Depê 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê, dest pê kir. Mîhrîcana bi pêşengtiya Şaredarî, Sanatça, Komeleya Piştevaniya Civakî, Pêşxistin û Çandê ya navçeyên Kîgi-Dep-Adakli-Yayladere-Yedisûyê (KAYY-DER) û Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) bi dirûşma “Têkiliya ser bingeha rast a xwezayê, temînata çandê û destpêka her tiştan e” pêk hat. Mihrîcanê bi dîwana dengbêjan li Orta Parkê destê pê kir. Li qada mihrîcanê pankarta “Em ê destûr nedin xweza û îradeya me were xespkirin” vekirin.  Hevşaredarên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogur, Hevserokên KAYY-DER’ê yên Giştî Ahmet Tuzun û Bîrsen Ozdogan, Hevserokên Giştî yên DAD’ê Zeynel Kete û Kadriye Dogan, Parlamentera Partiya Wekehvî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sumeyye Boz û gelek kes tev li çalakiyê bûn.  Hevşaredar Songul Duzgun di vekirinê mîhrîcanê de axivî û got: “Em ê di du rojên mîhrîcanê de çand û zimanê xwe bijîn. Taybetî jî em ê di van her du rojan de xeleka govenda xwe mezintir bikin.”

Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar jî destnîşan kir ku ew ji bo ku zarok zimanê xwe yê zikmakî ji bîr nekin têdikoşin û got: “Li Kurdistanê kevir li ser kevir neyê hiştin jî em ê zarokên vî welatî bêyî muzîk û çand nehêlin.”

Gerok Ma jî li tax û gundan bi zarokan re hate cem hev. Gerok ma jî bi zarokan re xebatên hunerî yên wêne, muzîk û boyaxê li dar xistin. Koma Gerok Mayê piştî komxebatan, bi zarokan re li taxan geriyan û bi lêdana erbaneyan stran strîn.