30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrazor û Tebqayê ji bo azadiyê meşiyan

Şêniyên kantonên Dêrazor û Tebqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan û hewldanên dewleta tirk şermezar kirin.

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirşûma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de bi sedan şêniyên bajaroka Kesra ya kantona Dêrazorê meşiyan.

Meş ji pêşiya Meclisa Herêma Xerbî ya bajarokê Kesra ya rojavayê Dêrazorê dest pê kir û li çerxerêya Delê rawestiya. Li wir bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan endama rêveberiya yekitiyê Rewda El Hisên daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de Rewda El Hisên fişarên dewleta Tirk ên domdar li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku li hember wan fişaran jî, têkoşîna gelên azad ên xwedî li fikrên wî derketine, mezin bû.

Hisên di daxuyaniyê de soza domandina berxwedanê li ser şopa şehîdan heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina civakeke siyasî ya ekolojîk li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan da.

Di di heman çarçoveyê de Yekitiya JInên Ciwan a kantona Tebqayê meşek li dar xist. Şênî, nûnerên saziyên sivîl, meclis û komînên bajarê Mensûra, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Mensûra û Tebqayê tev li meşê bûn.

Meşê ji têketina bajarê Mensûra dest pê kir û li têketina bajêr a li aliyê rojhilatê rawestiya.

Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan Gulîzer Henan daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin tecrîd li dijî hemû pergal û peymanên navneteweyî ye ji ber wê azadîxwaz û têkoşeran li Ewropa û Rojhilata Navîn û heta bakurê Afrîkayê derketin xwepêşandanan. Di heman çalakiyê de hevserokê Meclisa Sivîl a El Mensûra Mihemed El Mehmûd axivî û got: “Hewldanên dewleta Tirk vîna me naşikînin. Bandor li hevgirtina me ya li hember planên dijminan jî nake.”

Her du çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawîn bûn.