17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrsimê Mîhrîcana Çand û Xwezayê

Federasyona Komeleyên Dêrsime (DEDEF) di navbera 25-28’ê Tîrmehê de li Dêrsimê Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê pêk tîne.

Li Dêrsimê îsal jî dê di navbera 25-26-27 û 28’ê tîrmehê de 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bê lidarxistin. Mîhrîcana ku bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF), Şaredariya Dêrsimê û partiyên siyasî ve tê li darxistan bi dirûşma “Em ê destûr nedin desteserkirina xweza û îradeya me” pêk tê.

Di rojên mihrîcanê de dê gelek bernameyên çand û hunerî, panel, pêşandana belgefîlman û konser bên lidarxistin. Wê roja ewil a mihrîcanê bi axaftinan dest pê bike û paşê jî wê hunermend Pinar Aydinlar, JinMa, Kadîr Çat, Yeşîm Besler, Işik Berfîn, Baran Saltik, Mîkaîl Aslan derkevin ser dike û konserê li dar bixin.