13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li derveya welat eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye

Li derveyî welat dengdana ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê didome û li Almanyayê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye.

Di 28’ê Gulanê de wê tûra duyemîna hilbijartina serokkomariyê bê kirin û hilbijêrên ku li bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û derveyî welat biçin ser sindoqan biryar bidin ku yan Kemal Kiliçdaroglû yan jî Tayyîp Erdogan Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Li bakurê Kurdistanê ji bo têkbirina faşîzma Erdogan kar û xebatên hilbijartinê didomin û eleqeyeke zêde ji bo hilbijartinan heye.

Bi heman rengî li derveyî welat jî ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye. Bi taybetî li Almanyayê eleqeyeke zêde ji bo hilbijartinê heye. Yek ji cihên ku ji bo dengdanê sindoq lê hatine danîn Balyozxaneya Berlînê ya Tirkiyeyê ye. Ji saetên serê sibehê ve hilbijêr tên balyozxaneyê û zû bi zû dengê xwe didin û ji balyozxaneyê vediqetin.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, li balyozxaneyê 16 sindoq hatine danîn. Hilbijêr ji Halle, Dresden, Halberstadt Potsdam ku bajarên nêzê Berlînê ne tên balyozxaneyê û dengê xwe diavêjin sindoqên hatine danîn. Li gor agahiyên ji nûnerên Partiya Çepên Kesk hatin wergirtin, wê ji tûra yekemîn a hilbijartinê bêhtir kes dengê xwe bidin.