17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî komkujiya Şengalê meşiyan: Bimre xiyanet bijî azadî

Bi sedan jin di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Êlihê xiyaneta PDK’ê ya li dijî Şengalê şermezar kirin û gotin: “Bimre xiyanet, bijî azadî. Komkujiya jinên êzidî, komkujiya mirovahiyê ye, em ji bîr nakin.”

Di ser komkujiya civaka êzidî ya ku DAIŞ’ê bi hevkariya PDK’ê li Şengalê pêk anî re 10 sal borîn. Bi sedan aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî komkujiya jinên êzidî ku DAIŞ’ê pêk anî û xiyaneta PDK’ê ya li dijî civaka êzîdî pêk anî meşek girseyî li dar xist. Bi sedan jin li Parka Yilmaz Guney a Êlihê kom bûn û meşiyan. Di meşê de nûner, rêveber û parlamenterên DEM Partî, aktîvîstên TJA, Dayikên Aştiyê, DBP û saziyên civakî amade bûn. Jinan di meşê de dowîzên “Jin jiyan azadî”, “Zimanê me rûmeta me ye”, “Bimre xiyanet bijî azadî”  û “Em jibîr nakin” rakirin û bi kurdî pankarta mezin a “Komkujiya jinên Êzîdî, komkujiya mirovahiyê ye, em jibîr nakin” vekirin. Jin piştî kom bûn meşiyan û bê navber dirûşmê “Zimanê me rûmeta me ye”, ”Jin jiyan azadî” berz kirin.

Aktîvîsta TJA’yê Fatma Abay daxuyanî xwend û komkujiya ku DAIŞ’ê li dijî jinên êzidî pêk anîne şermezar kir. Abay, da zanîn ku ew tu carî komkujiya li ser jinên êzidî pêk hatiye ji bîr nakin û wiha got: “Komkujiya li diijî jinên êzidî, komkujiya mirovahiyê ye. Em ji bîr nakin.”