17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê

Heta ku netewe dewlet li ser îradeya gelan serdestiya xwe bidomîne wê hêzên wekî DAIŞ’ê û metirsiya komkujiyan berdewam bike.

Heta salvegera fermana 74’an a li dijî civaka êzidî hefteyek jî nemaye, ev demek e weke piştî fermanê her sal ji bo bîranîna êşa Fermanê li Şengalê çalakiyên cuda tên lidarxistin. Îsal jî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ pêşengtiya çalakiyan dike. Beriya niha bi serdanên gorên komî, semîner û çalakiyên din bal kişandin ser salvegera fermanê. Îsal ji bo balê bikişînin ser bêedaletiya li ser civaka êzidî û domandina bêedaletiyê ya piştî 10 salan jî, civak tev ket tevgerê.

Di çarçoveya xebatên salvegerê de 3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî hat lidarxistin. Konferans bi pêşengtiya Rabîta Jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ û Mûnazama Or a çandê ya ji bo jin û zarokan hat lidarxistin. Dirûşmeya konferansê jî ‘Bi têkoşîna hevgirtî li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ pêk hat.

Jinan di vê konferansê de gelek peyamên girîng ji bo mezinkirina têkoşînê da. Berdevka Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê Newal Wehab li wir bal kişand ser mijarek girîng û got; ‘’Divê em bi hev re, ji bo avakirina cîhanek ku tê de mafên jinên êzidî bê parastin û jiyana wan misoger û ewle bibe, bixebitin.’’ Dîsa peyamek ji Fermandariya Giştî ya YPJ’ê hebû. Di vê peyamê de jî îşaret bi girîngiya hevgirtina jinan a ji bo mezinkirina têkoşînê hat kirin. Bêguman mirov hemû peyaman yek bi yek rêz bike jî, wê encama peyaman têkoşîna hevpar a jinan be. Naveroka konferansê bi berfirehî jî daxwaza jinên êzidî ya piştî 10 salan jî radixe ber çavan. Jinan di konferansê de got; DAIŞ’ê ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ferman bir ser civaka êzidî de anî, berhema zihniyeta netewe dewletê ye, dijminê gelan, taybet dijminê jinan e. Heta ku netewe dewlet li ser îradeya gelan serdestiya xwe bidomîne wê hêzên wekî DAIŞ’ê û metirsiya komkujiyan berdewam bike. Bi wan gotinan bi awayek zelal diyar kirin ku wê jin bêedaletiya ku 10 sal in tê domandin qebûl nekin û divê DAIŞ were darizandin. Weke berpirsyariya ku dikeve ser milê jinan jî, beşdarên konferansê diyar kirin ku ‘Heta ku jin, weke gelên bêparastin mane, nebin xwedî zanebûna xweparastinê, wê metirsiya komkujî, ferman û êrîşên netewedewlet û zihniyeta zilam bi berdewamî li dijî jinan bidomin. Li hemberî qirkirina civakê û jinan mafê xweparastinê, xwerêxistinkirinê  yê hemû civak gelên bindest heta û heta dawiyê rewa ye.

Yek ji xalên ku jinan di konferansê de bi berfirehî nirxand jî neqebûlkirina hikûmeta Iraqê ya fermanê bû. Ji bo naskirina fermanê û ji bo DAIŞ di dadgehek navneteweyî de bê darizandin banga jinan hebû. Bi taybet ji bo mijara darizandina DAIŞ’ê îşaret bi dewletên ku fermanê bi awayek fermî qebûl kirin hat kirin. Rastî jî berpirsyariya dewletên ku bi awayek fermî fermana li dijî êzidiyan qebûl kirin, heta îro çi kirin ji bo edalet pêk were?

Mijarek din a konferansê êrîşên dewleta tirk ên li dijî Şengalê bû, jinan di konferansê de bi taybetî îşaret bi rola hikûmeta Iraqê ya di wan êrîşan de kir û bang kir ku rêya hewayî ya Şengalê ji bo dewleta tirk demildest were girtin.

Lê konferansa jinan weke din bû bingeha nirxandina xebatên navxweyî ya jinên êzidî. Ji bo parastina mafê jinan di her qada jiyanê de, bal kişandin ser pewîstiyên jinan ên perwerde, alikariya jinan ya bi hev re û çalakiyên jinan. Da ku bikaribin bi awayek xurt û hevgirtî hesabê 74 fermanan bipirsin. Bi kurtasî em dikarin bêjin dirûşmeya ‘Bi têkoşîna hevgirtî li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ naveroka konferansê bi şêwazê herî hêsan raber dike. Wê çalakiyên jinan heta fermanê û piştî wê jî bêguman bidomin û peyamên civaka êzidî heta ku daxwazên wan ên edaletê pêk werin jî neyin bêdengkirin. Bi vî awayî di salvegera 10’emîn ya fermanê de êdî civaka êzidî bi vegera ji bo cih û warên xwe û bi peyamên xwe wê bêguman guhertinên bingehîn bi xwe re bîne.