30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî tecrîdê li Dûîsbûrgê li dar xistin

Kurd û dostên kurdan li dijî biryara Doza Kobanê û tecrîdkirina girtiyên siyasî li Duîsbûrgê kom bûn û mîtîng pêk anîn.

Kurdistanî û dostên kurdan li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên di çalakiyan de ne û li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî û biryara doza Kobanê civîyan û mîtîng pêk anîn. Mîtîng bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duîsbûrgê û Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel li ber stasyona trenê ya navendî ya Dûîsbûrgê pêk hat. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Kesên di mîtîngê de axafîn, diyar kirin ku bi sedan sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran hatin birîn û wiha gotin: “Ev ceza tê wateya ku qirkirin û asîmîlasyona li ser gelê Kurd wê bidome. Ev biryar ne hiqûqî ye, siyasî ye. Em biryarê nas nakin. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de êrişî Rojava kir jin, ciwanên Kurd, gelê Kurd û dostên wan li Tirkiye û Kurdistanê çalakiyên dîrokî li dar xistin. Dewleta Tirk bi vê biryarê xwest tola gelê Kurd û dostên wan hilîne. Ji bo vê jî hewl dide tecrîd û qirkirinê bidomîne.”

Di mîtîngê de banga bilindkirina têkoşîna li dijî êrîşên dewleta tirk kirin. Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.