5 Temmuz, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî terora dewletê têkoşîna dayikan

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Têkoşîna Dayikên Şemiyê 29 sal in tevî hemû zahmetî û êrîşan jî bi îstiqrar didome. Xwedîderketina li vê çalakiyê erka xwedî derketina li mirovahî û jiyana bi hezaran kesên di bin çavan de hatine windakirin e.

Şêwaz ango kevneşipiya Dayikên Şemiyê ji ku derê tê? Gelê kurd yek ji wan gelên ku bi destê dewleta tirk a dagirker herî zêde hatiye talankirin, revandin, qirkirin û kuştin. Derheqê vê terora dewleta qirker de ku tenê di salên 90’î de zêdetirî 17 hezar kes hatin windakirin û kuştin tiştek nehat kirin. Ji bo ev êş neyên jibîrkirin malbat û xizmên windakiriyan her hefte li Qada Galatasaray a Stenbolê li hev civiyan. Her hefte aqûbeta windakiriyekî pirsîn û doza edaletê kirin. Ev çalakiya dayikan yek ji çalakiyên herî demdirêj e. Vê hefteyê tam hezar hefte li pey xwe hişt. Ev çalakî çi ye, wate û girîngiya vê çalakiyê çima wisa girîng e û ji bo dewleta tirk ji vê çalakiyê ewqas ditirse? Di nivîsa xwe ya vê hefteyê de em ê hewl bidin ji van pirsan re bersivan bibînin û kêm be jî li gor asta xwe xwedî li çalakiya Dayikên Şemiyê derkevin û li gel wan cîh bigirin. Li dijî zilm û terora hezên serdest têkoşîna lêgerîna edaletê û lêpirsîna windakiriyan xwe dispêre salên 1970’yî. Cara pêşî dayikên arjantînî, 13’ê nîsana 1977’an ji bo zarokên xwe yên ku piştî derbeya leşkerî di bin çavan de hatibûn windakirin li Qada Plaza de Mayoyê dest bi rûniştinê kirin. Dayikên Plaza de Mayoyê li gel hemû zext û êrîşên dewletê dev ji lêgerîna xwe bernedan.Piştî 30 salan têkoşîna dayikan bû sedem ku Jorge Rafel Vîdela’yê dîktator bê darizandin.

Li Tirkiyeyê jî xizmên windakiriyan ên îlhama xwe ji dayikên Plaza de Mayoyê girtin, Di 27’ê gulana 1995’an de heta niha li Qada Galatasarayê ya Stenbolê tevî hemû astengî û zordariya hêzên dewletê jî çalakiya xwe didomînin. Ev çalakiya ku bi 4 malbatan dest pê kir di nava du hefteyan de xwe gihand bi dehan malbatan û roj bi roj mezin bû. Xizmên windakiriyan ên di çalakiyê de bi dehan caran rastî êrişa polîsên dewleta tirk a qirker hatin gelek ji wan bi awayekî derqanûnî hatin girtin êşkence dîtin.

Tevî hemû zextan jî Dayikên Şemiyê qet dev ji têkoşîna xwe bernedan, her hefte daketin Qada Galatasarayê, li aqûbeta zarokên xwe pirsîn. Çalakiya ku bi pêşengiya Dayikên Şemiyê li qada Galatasaray a Stenbolê destpêkir her ku çû belav bû. Dayikên Şemiyê û xizmên windakiriyan roja  şemiyê li Stenbol li Amed, Îzmîr, Şirnex, Cizir, Gever, Wan û gelek deveran li aqûbeta windakiriyan dipirsin. Di van çalakiyan de tenê daxwazek wan hebû, xizmên xwe yên hatine windakirin bibînin, windakirin wekî sûcê mirovahiyê bê dîtin û sûcdar werin cezakirin.

Di vê çalakiya mafdar de hin dayikên bûn sembol hebûn. Dayikên Şemiyê di kesayetiya Dayê Berfo de bûn wijdan û rûmeta hemû dayikan. Meşa dayikan a dijwar, bi êş û bi rûmet ji bo hemû gelan xwedî nirxeke mezin û wateyeke kûr e. Tevî êşên xwe yên giran, dayik bûn hêza têkoşînê. Ev têkoşîna atedar ya Dayikên Şemiyê sînor jî derbas kir. Gelek pirtûk derbarê têkoşîna wan hatin nivîsandin, belge fîlm hatin çêkirin û çîroka wan îlham da gelek kesan. Ev çalakiya ku balê dikşîne ser terora dewleta tirk nahêle êşên hatine jiyîn bên jibîrkirin û kiryarên van sûcan bê ceza bimîne.

Çalakiya Dayikên Şemiyê êdî ji gelek mijaran ve dibû rojev. Çalakiyê herî zêde dewleta tirk tengav dikir. Deshilata faşîst û qirker a AKP bi armanca pêşî li çalakiyê bigre bi biryara qeymeqamiya navçeya Stenbol Beyoglûyê di 25’ê tebaxa 2018’an de kombûna li qada Galatasarayê qedexe kir. Rêveberên Komeleya Mafên Morovan rêveberên partiyên siyasî jî di nav de gelek kes ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê berê xwe dan qadê. Dewleta tirk a ku bi kiryarên xwe li pêşiya edaletê herdem bûye asten vê carê jî ji bo edalat pêk neyê êrîşî çalakgeran kir û dayikên temenmezin jî di nav de 47 kesên hatibûn binçavkirin piştî 8 saetan serbest hatin berdan.

Tişta balkêş ew e ku beriya vê êrişê bi çend saetan Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylu gef li Dayikên Şemiyê xwar û ew bi îdiaya “Ji rêxistinên terorê re qada meşrûbûnê vekin” sûcdar kir. Wezîrê dewleta tirk bi vê daxuyaniya xwe aşkera kir ku dewlet di nava hewldanên reşkirina çalakiyê de ye. Ji ber ji çalakiya Dayikên Şemiyê ji her beşên civakê piştgiriyek xurt digirt, xwestin bi vî awayî piştgiriya ji bo çalakiyê kêm bikin.

Li gel vê di doza derbarê çalakiyê de hatiye vekirin jî destê xwe xurt bikin. Tevî hemû hewldanên reşkirina çalakiyê jî di serî de Dayikên Şemiyê û çalakvanên parêzvanên mafên mirovan her hefte ji bo biçin qada Galatasaray ketin ser rê. Gelek caran beriya ku bikevin qadê derdoran wan bi polîsan hat dorpêçkirin û rastî tundiyê hatin lê wan dev ji çalakiya xwe ya mafdar berneda. Di warê hiqûqî de jî der barê Dayikên Şemiyê de gelek doz hatin vekirin. Piraniya van dozan ji ber li gorî îdiayên dewleta tirk delîl nînin herdem tên taloqkirin. Ev jî aşkere dike ku bi van rê û rêbazên vî rengî tê xwestin ku  alakî bê lewazkirin û ji armanca wê bê dûrxistin.

Ji ber zextên dewletê bi dehan dosyayên der barê kesên ku li Tirkiyeyê di bin çavan de bi darê zorê hatin windakirin, ji ber ku di hiqûqa navxweyî de encam nehate girtin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat dayîn. Li gorî danezana ku di 1992’an de li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hatî qebûlkirin windakirina bi darê zorê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ger doz li gorî vê danezanê were destgirtin dibe ku dewleta tirk ji ber sûcen li salên 90’î de kirî bê mehkûmkirin. Lewma ji bo ev doz neyê dîtin doza li Tirkiyeyê tê dîtin dirêj dike û hewl dide ji demboriyê re bihêle. Ji aliyê din divê em balê bikşînin ser encamên çalakiyê jî. Heya ku çalakî hate despêkirin bi hezaran rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, karsaz, welatparêz û ciwanên kurd ji aliyê dewleta tirk ve hatin windakirin. Bi dengvedana çalakiya Dayikên Şemiyê dewleta tirk hew dikarî vê rêbaza xwe ya qirêj li bakurê Kurdistanê bidomîne. Ji vî aliyî ve çalakiya Dayikên Şemiyê gelek bi wate û nirx e.

Têkoşîna Dayikên Şemiyê ev 29 sal in tevî hemû zahmetî û êrîşan jî bi îstiqrar dewam dike. Xwedîderketina li vê çalakiyê erka xwedî derketina li mirovahiyê ye xwedîderketina li jiyana bi hezaran kesên di bin çavan de hatine windakirine. Her çendî çalakî ji aliyê xizmên windakiriyan hatibe despêkirin û wan ji çalakiyê re pêşengî kiribe jî îro bi milyonan kes piştgiriyê didin vê çalakiya mafdar û dixwazin kiryar bên aşkerekirin û cezakirin. Erk û berpirsyariya me hemûya ew ku em vê çalakiya mezin bikin û bigihînin encamê. Weke Dayikên Plaza de Mayoyê wê dayikên kurd jî li dijî zîhniyeta reşkujî ya dewletê bi ser bikevin. Serketina dayikan wê hemû qirêjiyên dewleta kûr û kontrayên wê raxe bar çavan. Kesên bûne sedema qetilkirina bi hezaran kesî wê derkevin pêşkeverî edaleta civakê û bên darizandin.