3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Donbasê şerê berjewendiyê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Bi armanca dawîkirina nakokiyên di navbera hêzên cudaxwaz ên bi piştgiriya Rûsya û yekîneyên leşkerî yên Ukraynayê îlona 2014’an de li paytexta Belarûs Mînskê peymanek hat îmzekirin. Bi protokola Mînskê re dihat armanckirin ku nakokiyên li herêmên Donetsk û Luhanskê yên dikevin rojhilatê Ukraynayê bi dawî bibe û riya çareseriyê derkeve pêş.
Ev protokola ku bi amadebûna nûnerên Rûsya, Ukrayna, Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê ve li Mînskê hat û bi vê re demekê nakokiyên li herêmê kêm bû. Lê ji ber rêveberiya Kîevê pişta xwe da Ewropa û Amerîkayê û peyman piştguh kir, li herêmê nakokiyan ji nû ve dest pê kir. Ev nêzîkatiya Ukraynayê hişt ku destê Rûsyayê jî hîn xurtir bibe.

Li gorî Protokola Mînskê diviyabû ku Ukrayna di bin çavdêriya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê de leşkerên xwe ji herêmê vekşîne. Lê leşkerên Ukraynayê ji herêmê derneketin û li hin noqteyên stratejîk çekên giran bi cih kirin. Ev mijar gelek caran ji aliyê Rûsyayê ve hat rojevê lê aliyên peyman îmzekirine û ji peymanê re çavdêrîkirine ji bo bicihanîna xalên peymanê neketin nav liv û tevgerê. Zêde guh nedan nerazîbûnên Rûsyayê jî. Li ser vê Rûsya ji bo balê bikşîne ser girîngiya mijarê ji meha kanûna 2021’an vir ve hêzek mezin a leşkerî li ser sînorê Ukraynayê bi cih kir.

Bicihkirina hêzê leşkerî ve herî zêde amerîkî nerehet bû. Ji roja despêkê ve Amerîka li hemberî vê pêkanîna Rûsyayê nêzîkatiyeke agrasîf raber kir. Rêveberiya Washingtonê ji bo welatên Ewropa li dijî Rûsyayê bibin xwedî helwest zext li wan kir.
Tevî hemû gefan jî Serokê Rûsya Viladimir Pûtîn di 22’yê sibatê de got; ‘Êdî protokola Mînskê bêhikum e.” Di axaftinê de Pûtîn ragihand ku ew Komara Donetsk û Luhanskê jî nas dikin û ferman da artêşa xwe herêmê biparêzin.

Bêguman kesî hêvî nedikir ku li ser gefên Amerîka û Îngilistanê Rûsya gavekî wisa bavêje. Tevî van gef û zextan jî Serok Dewleta Rûsyayê ji gotina xwe ne hat xwarê ji bo plana xwe pêk bîne ferman da. Di serê Pûtîn de çi heye nayê zanîn lê li ser sê vebijêrkê nerîn pêş dikevin.

Vebijêrka yekem, Rûsya bi naskirina Komarên Donetsk û Lûhanskê, herêmên ewle ava bike û bi wê sînordar bimîne. Vebijêrka duyem Rûsya li van herêman hêzê xwe bi cih bike û hebûna xwe li herêmê zêde bike. Vebijêrka sêyem jî ew e ku Rûsya ji bo bandora xwe li ser bênderên deryaya rêş çêke pêş ve biçe.

Di halê heyî de bûyerên diqewimin van hersê xalan jî red nake. Lê li dijî nêzîkatiya Rûsyayê wê refleksê hêzên navneteweyî çi be ew hîn tam nayê zanîn. Her çendî Amerîka û Îngilistan bi hemû hêza xwe ya dîplomatîk hewl didin li dijî Rûsyayê eniyekê ava bikin jî heya niha encameke erênî bi dest nexistine. Rûsya jî vê ji bo xwe firset dibîne û li gorî wê tev digere.
Di vir de tişta ku em bînin ziman ew e ku durûtiya hêzên navneteweyî ye. Êdî wisa lê hatiye ku bi şer û pevçûnan ve ya xwe li ser îradeya gelan ferz dikin. Mînakên vê li Rojhilata Navîn me gelek caran dîtin. Herî dawî di şerê Qerebaxê de jî ev yek bi awayekî aşkera derket holê. Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û leşkerî hêzên navneteweyî bêyî ku guh bidin êşên gel planan pêş dixin. Yên xwe alîgirê hiqûq û edaletê didin nîşandan jî dema mijar dibe berjewendî çavê wan sor dibe û dest bi êrîşan dikin.

Rûsya jî yek ji van hêzan e. Rast e di hin mijaran de nehat a Amarîka û Ewropayê lê ev nayê wateya ku ew ji wan çêtir e. Bi naskirina Komarên Donetsk û Luhanskê ji xwe re li herêmê derfetan ava dike. Ew jî baş dizene ku ev her du komar wê bi salan girêdayî wê bimînin. Lewma bi lîstikên diplomatîk hewl dide xwe alîgirê demokrasiyê û îradeya gel bide nîşandan. Lê heman Rûsya heman rêveberî bi salane li Sûriyeyê pêşî li riya diyaloga siyasî û çareseriyê digire. Têgeha ku ji bo komarên Donetsk û Luhanskê serxwebûnê dixwaze, li Rojhilata Navîn li himberî daxwazên Rêveberiya Xweser xwe ker û lal dike. Wê demê mirov dipirse ev durûtî çi ye?

Di vî şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê de jî wê gel bibin qurbana berjewendiyên siyasî. Ligel vê ji bo ev dewletên ku bi hevsengiya siyasî û civakî ya cîhanê dilîzin ji bo hebûna xwe li ser gel ferz bikin di nav plan û projeyên nû de ne. Herkes ji bo xwe li pey ffersendekê ye. Lewma bi vî şerî ve dive ku li herêma Rojhilata Navîn jî hin hevsengî bên guhertin.
Bi taybetî dewlet tirk a dagirker dibe ku li hemberî Rûsya karta kurd dîsa bi kar bîne û bi vî şerî ve berê xwe dîsa bide kurdan. Ev ne durî têgeha rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ye. Lewma divê em nebêjin şer dûrî mala me ye. Germaniya vî şerî dibe ku bandorê li hin kesan neke lê wê bandora xwe li ser siyaseta Rojhilata Navîn hebe.

Ji ber vê yekê şerê li Ukrayna rû da wê demek dirêj di rojava cîhanê de be. Ji niha ve nayê zanîn wê encam çibe, lê necam çi dibe jî dê ne li gorî berjewendiyên gelan be, li gorî berjewendiyên desthilatdaran be.