3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Êlihê wêneyê tenduristiyê

Wêneyê politikaya tenduristiyê ya hikûmeta Tirkiyeyê li Êlihê şênber nîşan dide ku li bajarên kurdan zêde xizmeta tenduristiyê nayê dayîn. Ji ber tunebûna bijîşkan geneş diçin bajarên derve tedawî dibin.

Li bajarên Kurdistanê pirsgirêka nexweşxaneyan tu car kêm nabin. Ji ber teknîk, bijîşk û personelên kêm, nexweşxaneyên heyî têra nexweşan nake û nexweş neçar dimînin ku biçin bajarên wekî Amed, Dîlok, Meletî û Rihayê derman bibin. Ev jî hem di aliyê aborî de hem jî di aliyê jiyanî de bandoreke neyînî li ser malbatan çêdike.

Hevserokê Şaxa SES’ê ya Êlihê Cîhan Tuzun der barê rewşa nexweşyaneyan de agahî da rojnameya me. Tuzun diyar kir ku niha li Êlihê 3 nexweşxaneyên dewletê, 5 nexweşxaneyên taybet hene û wiha got: “Avakirina Nexweşxaneya Bajar a 500 doşek didome. Tê payîn ku di sala 2025’an de temam bibe. Li tevahiya nexweşxaneyên dewletê 970 doşekên nexweşan hene. 154 heb ji wan doşekên nexweşên giran in.”

Tuzun, da zanîn ku li gorî pîvanên asayî doşek tu car têra nexweşan nake û wiha berdewam kir: “Pergal li gorî parastina tenduristiyê tev nagere. Ev rewşek pir neyînî pêş dixe. Li gorî pergala parastina tenduristiyê divê herî kêm 2 qat doşek hebin. Me di pêvajoya  şewba Koronayê de dît ku çiqas doşek ji bo nexweşan kêm in. Di şertên asayî de divê herî kêm 2 qat doşek bên zêdekirin.”

Nexweşan dişînin bajarên derve

Tuzun, bibîr xist ku bajarên wekî Şirnex, Sêrt, Bêdlis û Mêrdînê nexweşên xwe dişînin Êlihê. Lê Êlih jî nexweşên xwe dişînin bajarên wekî Amed, Riha, Dîlok û Meletiyê û wiha lê zêde kir: “Êlih nexweşên xwe dişîne bajarên rojava. Sedema vê yekê ji ber hejmara bijîşkên pispor pir kêm min an jî tune ne. Her ku em ber bi bajarên Rojava de diçin xizmeta tenduristiyê baştir dibe. Her ku em ber bi Rojhilat de diçin xizmeta tenduristiyê kêm dibe. Divê herî kêm 710 bijîşk li Êlihê hebin.”

Bi mehan li benda dorê ne

Tuzun, bilêv kir ku li Êlihê hejmara bijîşkan pir kêm e û wiha pêde çû: “Dema em li daneyên Wezareta Tenduristiyê dinerin, nêviyên bijîşkna heye. Bijîşkên pispor ên di qada xwe de kêm in. Lê nexweş pir zêde ne. Mirovên nexweş ji bo dorê bistînin bi mehan li benda dorê ne. Nexweş ji bo dorê bistînin navbênkar dixin navberê. Êdî nexweş nikarin dorê bistînin. Bijîşkên di qada xwe de pispor hema bêje tune ye.”

Beşên zarokan pir kêm in

Tuzun, destnîşan kir ku bi taybetî di beşên zarokan de kêmasî pir in û wiha domand: “Bi taybetî beşên zarokan ên wekî norolojî, cerrahî, endokrinolojî, enfeksiyon, gastroentrolojî, hematolojî û onkolojî, immumolojî, kardiyolojîi, nefrolojî, bi pirsgirêk in. Dîsa bijîşkên beşên radyolojî, romatolojî jî pir kêm in.”

Tuzun, bal kişand ser şertên xizmetkarên tenduristiyê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybetî şert û mercên xizmetkarên tenduristiyê her ku diçe zor û zahmet dibe. Hem karê zor dikin û hem nikarin heqê keda xwe bistînin. Ji ber vê polîtîkayê xizmetkarên tenduristiyê naxwazin li welat bibînin. Daxwaza me ya sereke, em dixwazin li welatekî demokratîk bijîn. Li cihekî ku demokrasî lê tune be, qîmeta tiştekî tune ye.”