13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Enqere û Îzmîrê êrîş li buroyên Partiya Çepên Kesk hatin kirin

Li Enqere û Îzmîrê, ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan nediyar ve êrîş li buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk hat kirin.

Bi destpêkirina pêvajoya hilbijartinê re li dijî Partiya Çepên Kesk êrîş jî ketin dewrê. Li Enqere û Îzmîrê, ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan nediyar ve êrîş li buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk hat kirin. Li Enqerê, li dijî buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li navçeya Mamakê êrîş hat kirin.

Li gorî agahiyên ku rayedarên buroyê dane Ajansa Mezopotamya (MA), alên Partiya Çepên Kesk hatine daxistin û li hemberî buroyê alên tirk hatine daleqandin.

Li aliyê din li Îzmîrê jî li dijî buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li navçeya Menemenê êrîş pêk hat. Du êrîşkaran dîmenên dema êrîşê li ser hesabên xwe yên medya sanal parve kirin. Bi hinceta ku temenê wan biçûk e rayedarên Partiya Çepên Kesk giliya êrîşkaran nekirin.