3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Erebistana Siûdî lûtkeya erebî û îslamî ya hevbeş

Dihate plankirin ku lûtkeya erebî were lidarxistin lê ji ber li ser hin mijaran li hev nekirin îro li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê, lûtkeya erebî û îslamî ya hevbeş tê lidarxistin  

Li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê bi armanca nîqaşkirina geşedanên li Xezayê lûtkeya erebî û îslamî ya hevbeş li dar dikeve. Dihat payîn ku li Siûdiye 2 lûtkeyên ne asayî; Lûtkeya Rêxistina Hevkariyê ya Îslamî û Lûtkeya Komkara Erebî bihatibana li darxistin. Lê ji ber nakokiyên di navbera welatên ereb de ew lûtke nehate lidarxistin

Wezareta Karên Derve ya Siûdiye di daxuyaniyeke xwe de bi bîr xist ku “ji bo bersivandina şert û mercên awarte yên li Xezayê”, lûtkeya erebî û îslamî ya hevbeş û ne asayî li dar dikeve.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku piştî şêwiriya Siûdiye bi Komkara Erebî û Rêxistina Hevkariyê ya Îslamî re, ev biryar girtiye.

Wê serokê Îranê Îbrahîm Raîsî tev li lûtkeya Riyadê bibe. Her wiha li gor ajanseke hikumeta Şamê El Esed duh êvarê gihaştiye Riyadê.

Daîreya peywendiya ya serokatiya dewleta tirk ragihand ku Recep Tayyîp Erdogan dê îro berê xwe bide Riyadê ji bo ku tev li lûtkeya îslamî ya ewarte bibe.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Siûdiye ragihand ku serokê Desthilata Filistînê Mehmûd Ebas li Riyadê ye.

Li gor sekreterê giştî ya Komkara Erebî Husam Zekî, Komkara Erebî armanc dike ku hewldanên dewletên ereb li qada navneteweyî xuya bike ku ew piştgiriya Filistîn û gelê wê dikin, dixwazin êrîş raweste, dagirkeriya Îsraîlê şermezar bikin û ji ber sûcên wê, hesabê jê were pirsîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema têkliyên di navbera Tayip Erdogan û Beşar Esed de xira bûne ev cara yekemîne ku herdu tev li civîneke hevbeş dibin.