3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgeha Erzincanê binpêkirina mafan

Girtiyê siyasî Semîh Altûn ê li Girtîgeha Tîpa T a Erzîncanê tê ragirtin, diyar kir ku ji ber bêhna ji kargeha plastîkê ya li kêleka girtîgehê tê nikarin nefesê bistînin û ji ber dûrbûnê diya wî nikare were hevdîtina wî

Girtiyê siyasî yê bi navê Semîh Altûn ê li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê di hucreyê de tê ragirtin, di axaftina bi telefonê ya heftane ya bi malbata xwe re binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû dimînin vegotin.

Altûn, diyar kir ku ji ber dayika wî nexweş e daxwaza sewqê ya ji Erzînganê biçe Rihayê kiriye lê daxwaza wî hêj nehatiye bersivandin û wiha got: “Navbera Riha û Erzînganê 500 kîlometre ye. Mehê carekê hevdîtina vekirî çêdibe lê ji ber dayika min nexweş e nikare were. Min jî ji ber vê daxwaza sewqê kir. Lê ji bo sewq ê rewşa başbûnê tê pêşxistin. Rêveberî daxwaznameyên ji bo sewqê tên nivîsandin nabersivîne. Daxwaznameyên ku ji Wezareta Dadê re dinivîsin jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên desteserkirin.”

Altûn ê da zanîn ku li derdora girtîgehê kargehên plastîkan hene, anî ziman ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin û wiha berdewam kir: “Ji ber beriya niha min di bêhn wergirtinê de pirsgirêk dikêşand ji difina xwe emeliyat bûm. Bêhn, dû û toza ji kargeha plastîkan derdikeve, wergirtina bêhnê asteng dike û ji tenduristiya hemû girtiyan re xetere ye.”

Gargiyan dixwazin provokasyonê bikin

Altûn, diyar kir ku ji bo cezayên dîsîplînê bên dayîn gardiyanan gelek caran hewl dane provokasyonê bikin û anî ziman ku mafê wan ê sohbet û sporê bi mehane ji aliyê îdareyê vê tê xespkirin. Altûn, da zanîn ku parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê beriya mehekê serdana wî kiriye û wiha lê zêde kir: “Di sohbeta me bi birêz Kordû re kir de ji bo ji bîr nekim min hin nîşe girtin. Gardiyanan ew nîşe bi gotina ‘em ê kontrol bikin û bidin te’ ji min wergirtin. Bi ser re mehek derbas bû hêj nîşe nedane. Ji daxwaza min re jî vegerek çênabe. Wêneyên me beriya du mehan di hevdîtina vekirî de bi malbatê re kişandibûn nayên dayîn.”

Banga piştevaniyê

Altûn, bal kişand ku li girtîgehê her roja ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û ev tişt got: “Tevî ku tu daxwazên me nayên bi cih anîn, me dixin odeyeke biçûk, pace û derî li me digirin û li bendê ne ku em li vir nemirin. Di serî de komeleyên mafên mirovan, rêxistinên hiqûqê, baro û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê banga li herkesê dikin ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin bi girtiyan re di nav piştevaniyê de bin.”

Di 2 salan de 2 saet hevdîtin

Hate diyarkirin ku dayik Husne Altûn (77) bi nexweşiyên tiroîd, şekir, tansiyon û kolesterole ketiye. Dayik Altûn, anî ziman ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare biçe rêwîtiyeke dirêj, nikare serdana kurê xwe bike û wiha got: “Bila daxwaza kurê min a sewqê were bicihanîn. Berê dema li Rihayê bû min dikarî biçim bibînim lê du sal in nikarim biçim bibînim. Kurê min bi awayekî bêsûc di girtîgehê de tê ragirtin. Em edaletê dixwazin.”