18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li gorî DFG’ê di erdhejê de 25 rojnameger jiyana xwe ji dest dane

DFG’ê, bi raporekê ragihand ku ji ber erdheja Mereşê 25 rojnamegeran jiyana xwe ji dest daye û êrîş li 14 rojnamegeran hatiye kirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), der barê binpêkirina mafên rojnamegeran ên di pêvajoya erdhejê de de rapoek amade kir. DFG’ê rapora ku amade kiribû li ser malpera xwe weşand. Di rapora xwe de DFG’ê ragihand ku di erdhejê de 25 rojnamegeran jiyana xwe ji dest daye û êrîş li 14 rojnamegeran hatiye kirin û 4 rojnameger jî ji aliyê polisan ve hatine binçavkirin.

Li gorî raporê, di erdhejê de li Semsûrê rojnameger Bûrak Alkûş, Hîdayet Ozdemîr, Îskender Korkût, Kemal Oner, Mûhammed Akan, Rûhî Akan, Yûnûs Emre Dogan, Zubeyîr Pektaş, Îsmaîl Hakki Koçak, Fatîh Bayin, Bariş Can Tabakçi, li Hatayê rojnameger Ayşe Fîgen Arl, Bûrak Mîllî, Gokhan Aklan, Îzzet Nazli, Neşet Alkan, Erhan Yilmaz, Mehmet Tekîn, Hasan Seîd Okay û Berkay Akay, li Mereşê rojnameger Mûstafa Yuzbaşioglû, Azîz Çevlîk, Fatîh Nalbantbaşi, li Edeneyê Meltem Ozgen û li Dîlokê jî Fatma Erdogan jiyana xwe ji dest dan.

Rewşa Awarte karê rojnamegeran zehmet kir

Di raporê de hate destnîşankirin ji ber ku ‘karê rizgarkirinê bi derengî dest pê kiriye’ rojnamegeran jiyana xwe ji dest daye.  Her wiha hate gotin ku bi ragihandina Rewşa Awarte re karê rojnamegeran hatiye astengkirin.

DFG’ê di rapora xwe de bal kişand ser girtina hesabê twîtterê yê rojnameya me û gelek sazî û dezgehên çapameniyê û der barê mijarê de ev tişt got: “”Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Enqereyê, malperên înternetê û qenalên Youtube jî di nav de 340 URL asteng kir. Rojnameya Xwebûn ku yekane rojnameya bi Kurdî ya li Tirikyeyê ye û ajansa NûJINHA ya ku weşangeriya jinê dike, adresên wan ên Twitterê hatin girtin. Li gel van astengiyan, zext û sansurê jî rojnamevan li qadê bûn.”

Rêjeyên zextên li ser rojnamegeran

Ji bo zextên li ser rojnamegeran jî di rapora DFG’ê de ev agahî hatin parvekirin: “Di meha Sibatê de êrîş li 14 rojnamegeran hate kirin, 4 rojnameger hatin binçavkirin, 5 kiryarên xerab li rojnamegeran hat kirin, 19 rojnameger dema nûçeyê hatin astengkirin û 6 rojnamegeran jî ketin ber lêpirsînê.

Her wiha di raporê de hate ragihandin ku 2 malperên înternetê hatine girtin, 2 jê hatin astengkirin, naveroka 345 malperên medya dîjîtal hatine astengkirin.